27'Ê TÎRMEHA 2017'AN

*Serdozgeriya Komarê bi hinceta "heqaret li serokomar hatiye kirin" parastina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku dema di 4'ê Mijadara 2016'an de hatibû binçavkirin û li dozgeriyê kiribû, kir mijara fezlekeyê.

*Niştecihên Taxa Kisasê ya Rihayê ku elewiyên tirkmen lê dijîn, diyar kirin ku ji ber ava gemarî ya vexwarinê piraniya zarokên taxê navêşî bûne. Her wiha ŞUSKÎ jî parast ku av di standardên cîhanê de ye û tiştên niştecihên taxê dibêjin ne rast in.

*Nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmirê piştgirî dan çalakiya li Îzmirê û diyar kirin ku deklerasyona HDP'ê erênî û di cih de ye. Nûnerên partiyan diyar kirin ku ger pirsgirêk yek be divê têkoşîna li dijî pirsgirêkan jî yek be û xwestin hemû hêzên ked û demokrasiyê li dora banga HDP'ê bibin yek.

*Nuçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe 24 sal berê hat qetilkirin. Bavê Tepe Îshak Tepe bal kişand ser rojnamegerên kurd ên di girtîgehê de û wiha axivî: "Hin ji wan qetil dikin, hin ji wan di bin navê 'Kiryarên ne diyar' de dikin qurban û hin ji wan jî davêjin girtîgehê. Armanca sereke bêdengkirina kurdan e. Lê rojnamegerên kurd tu carî paşve gav neavêtin, her ku çû bi hêztir bûn."

*Li herêma Çukurovayê demsala hejîrên bi sitrî dest pê kir. Hejîrên bi strî li ser dezgehên firotinê cihê xwe girtin.

*Di ser bûyera 33 kesên li ser fermana Mustafa Muglali Geliyê Sefoyê hatin qetilkirin 74 sal derbas bûn. Bedo Ana ya 84 salî ku bavê wê Memê Demîrbacak di komkujiyê de hat qetilkirin, li bendêye ku edalet rojek cihê xwe bibîne.

*Buroya Huqûqê ya Asrinê, dê rapora 6 mehan a der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li avahiya Şaxa ÎHD'a Stenbolê bi daxunayeniyeke çapemniyê aşkere bike. (12:00)

*Pêkhateyên TJA'yê yên Amedê, dê der barê Turkan Yukselê de li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a DBP'a Bajêr a Amedê merasîmekê li dar bixin. (15.00)

*Li Parka Ekîn Ceren a Amedê "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya parlementerên HDP'î di roja 3'yemîn de ye.

* 1'emîn rûniştina doza Nûçegîhana DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Şerife Oruç piştî salek li girtîgehê dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê bê dîtin. (14.00)

* Çalakiya greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semih Ozakça di roja 141'an de didome. Çalakiya Kolana Yukselê ku Nuriye û Semih dabû destpêkirin ya "Karê xwe paşve dixwazim" dê di roja 261'an de berdewam bike. (13.30-18.00)

* Li bendê ye Rojnamegerên dîhaber'ê Nûrî Akman Erdogan Alayumat derxin pêşberî dozgeriyê.


POLÎTÎKA

*Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, li parka ku Nobeta Wijdan û Edaletê lê tê girtin pirsên dihaber'ê bersivandin. Kemalbay, diyar kir ku dorpêçkirina polîsan a li Amedê pûxteya Tirkiyeyê ye û wiha got: "Wêrekî jehrkujiya faşîzmê ye. Em ê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin."

JÎNGEHA KEDÊ

*Li Edeneyê, karkerên pêlavan diyar kirin ku bi germahiyê re şert û mercên xebatê xerabtir bûne û wiha gotin: "Carinan gelek karker ji ber germahiyê ji ser hişê xwe diçin."

*Hevseroka KESK'ê Asysun gezen, diyar kir ku di hevdîtinên TÎS'ê de ew ê OHAL û KHK'ê bikin madeya rojevê û ew ê roja destpêkirina hevdîtinan yanî di 1'ê Tebaxê de li ber Wezareta Xebatê kom bibin.

EKOLOJÎ

*Koordînatorê Yekeya Enerjiyê ya EMO'yê Olgun Sakarya, anî ziman ku li Tirkiyeyê potansiyela ku ji çopê ceryan bê hilberandin heye û mirov bi vê rêbazê dikare rê li ber qirêjkirina xwezayê bigire.

ANALÎZ

*Çalakiya “Nobeta Wijdan û Edaletê” ya parlamenterên HDP’ê ku bi daxwaza edalet, azadî, demokrasî û wekheviyê li Amedê da destpêkirin bi biryariyek mezin didome. Li derdora cihê nobetê bêhna faşîzmê tê û her tişt ji aliyê polîsan ve tê qedexekirin. Ji çêkirina çayê bigire heta çûyîna serdana malbatên parlamenteran rastî astengiyê tê û ji ber dorpçêkirina bi hezaran bariyer û polîsan park dişibe girtîgehek servekirî.