ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2016’AN

ROJANE

* Tirkiyê çawa ku sala 2016’an bi binpêkirina mafên mirovan a giran pêşwazî kir, bi heman salê îşkenceyên giran derbas kir. Di sala 2016’an de hêrî kêm hezar û 622 mirov rastê îşkenceyên giran hat. Nûnerê TÎHV’ê ya Amedê Parêzer Bariş Yavuz derbarê îşkenceyên sala 2016’an de anî ziman ku dewlet deriyên îşkenceyê ji hêzên dewletê re vekiriye û got ku nava hemû naverokên lêpirsînan de danezanên îşkenceyan heye.

* Li Mêrsînê, zarokê bi navê H.D. (11) yê li cihê şûştina otoyan dixebitî, rastî îstîsmara zayendî ya E.A hatibû. Bavê H.D., Orhan Demîr diyar kir ku, biryara 63 sal cezayê hepsê yê li E.A. hat birîn, biryareke emsal e û wiha got:"Ji bo careke din bûyerên îstîsmarê pêk neyên û dawî li wan bê ev ceza, cezayekî girîng e."

* Nêzî hezar û 200 penabarên ji ber şerê li Sûriyeyê, li Edeneyê di konên ku bi derfetên xwe vedan de dijîn, di nav şert û mercên zehmet de, ji bo jiyînê li ber xwe didin. Li gel betalbûyînê, penaberên ji hijyeniyê mehrûm dijîn bi nexweşînan re rû bi rû ne û her wiha ji ber şert û mercên zivistanê jî, di bin rîsk û xetereyên cuda de ne.

* Bikarhênerê tiryakê yê bi navê A.D. diyar kir ku, tiryak bi destê polîsan dikeve taxên Guneş, Şafak û Habîplerê yên navçeya Kepeza Antalyayê, ku herî zêde kurd lê dijîn û wiha got:"Li qereqolê polîs tiryak da min û xwest ez li taxên kurd lê dijîn bifiroşim. Dema derdiketin derveyî taxên kurdan, polîs gef li me dixwarin û em binçav dikirin."

* Li Sûrê, niştecihên Taxa Îskenderpaşayê ya di çarçoveya îstîmlaqa lezgîn de ye, bi teblîgata ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn hat şandin re bi darê zorê ji malên xwe tên derxistin. Ji aliyê xwediyên malan û parêzeran tê îdiakirin ku, di rapora pêzaniyê ya ji niştecihên taxa ku wê malên wê bên rûxandin û veguherînin qereqolan hat şandin re nelirêtî derketiye holê.

* Şaredariya Westanê ya AKP'yî ya ku got 'bimesrefê kêm' û çopên xwe dirijîne keviyên Gola Wanê, ji ber vê her diçe qirêjiya li keviyên golê zêde dibe.

* Strana ji bo rêvebirê HADEP'ê Rohat Karadenîz ê dema li Cihangîrê diçû mala xwe hat qetilkirin hat nivîsîn piştî 16 salan diyarî rojnameger Rohat Aktaş ê ku li Cizîrê hat qetilkirin hat kirin û dê klîp jê re bê çêkirin.

* Qenala kurdî ya zarokan Zarok TV a di 28'ê îlonê de bi KHK'ê hatibû girtin, di 9'ê kanûnê de dest bi serdema weşana xwe yî nû kir. Gerînendeya Weşana Giştî ya Zarok TV'yê Dîlek Demîral diyar kir ku, wan dizanibû biruara girtinê biryareke xelet e û got, ew ê ji cihê mayî berdewam bikin.

* Hat zanîn ku mufetîşên Madenê yên Kana Şîrwanê ji ber "hinceta ewlehiyê" li madenê lêkolîn ne kirine û Endezyarê Madenê Dogan Hatun diyar kir ku dikaribûn pêşî li hezazê bihata girtin û çavbirsîtiya karsaz bû sedema hezazê.

* Bavê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag Mevlut Yuksekdag, diyar kir ku hêj keça wî 17 salî bû ji ber nirxên jê bawer dikin ji malê derketiye û wiha got: "Keça min cara yekê nîne dikeve girtîgehê beriya niha jî ketibû girtîgehê."


JINGEHA KEDÊ

* Platforma şaxan a KESK'ê ya Îzmîrê dê li dijî pêkanînên OHAL û KHK'yan li qada Cumhuriyetê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)

POLİTİKA

* Serokê Partiya Îtîfakên Pêşketî ya Finlandiya Li Andersson, bal kişand ser wekîlên HDP'ê û anî ziman ku ger ewropa ji ber penaberan ji bo HDP'iyên girtî dengê xwe nake rezaleta ewropa ye.

* Meclîsa HDP'ê dê li navenda Giştî ya HDP'ê kom bibe. (10.00)