ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2017'AN

ROJANE

*Parêzeran anî ziman ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û ji bo tecrîdê wiha gotin: "Tecrîd, nîşana bêtehamuliya li hemberî mîsyona Ocalan, daxwazên gelê kurd, pêdiviya demokrasî û aştiyê ya vî welatî ye."

*Piştî qedexeyên derketina kolanan, niha jî tê xwestin ku Cizîrê têxên nav pençikên bişavtinê yên bîrdoziya fermî.

*Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, ji bo piştevaniyê serdana "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya parlementerên HDP'î kir. Turkdogan, got ku dorpêçkirina ku li Amedê didome dê duzena cemaweriyê tesîs neke, bereksê wê dê bi kêrî zêdebûna hêrsa gel bê.

*Rêxistinên ked û pîşeyî "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê nirxandin. Rêxistinan diyar kir ku ew piştevaniya çalakiyê dikin û bertek nîşanî dorpêçkirina qada çalakiyê dan.

* Dayikên Şemiyê, bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 644'emîn de li qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)

* Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 442'yemîn de bi silogana “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" dê li avahiya ÎHDê ya Amedê çalakiya rûniştinê pêk bînin. (12.00)

* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 393'yemîn de çalakiya rûniştinê pêk bînin. (13.00)

* Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê dê di hefteya 279'emîn de çalakiya "Rûniştina F" pêk bînin. (13.30

* HDP, dê têkildarî çalakiya "Nobeta Edalet û Wîcdan a li Parka Ekin Ceren a Peyasê daye destpêkirin daxuyaniyê bide çapemeniyê. Saziyên sivîl ên civakî jî dê çalakgeran ziyaret bikin û piştgiriyê bidin nobetê. (11.00)

* Egîtîm Sen'ê ya Amedê dê li Şaxa 1'emîn a Egîtîm Senê têkildari Peymana Tomarî civina çapemeniyê pêk bîne. (12.00)

* Kedkarên hatin îxrackirin dê li Kolana Yukselê di roja 263'an de çalakiya "Em karê xwe dixwazin" berdewam bikin. (13.30/18.00)

ÇAND Û HUNER

*Mamoste Ramazan Kavak ku bi KHK'ê hat îxrackirin, pirtûka xwe ya helbestan a bi navê Şiverêk weşand. Kavak wiha got: "Piştî îxracan wek bersivekê min xebatên xwe lezandin."

JÎNGEHA KEDÊ

*Greva ku TDS'ê li ÎZDENÎZ'ê daye destpêkirin di roja 18'emîn de ye. Rêveberê Navenda Giştî yê TDS'ê Selîm Necatî Çîllî diyar kir ku çi dibe bila bibe, ew ê grevê bidomînin. Çîllî got ku, tekane daxwaza wan "edalet" û "wekhevî" ye.