ROJANE
*Endamê Desteya Rêveberiya TMMOB'ê Cemalettin Kuçuk, anî ziman ku ne rast e ku lehiya ku piştî barana li Stenbolê rabû wek "felaketeke xwezayî" bê fêmkirin û wiha got: "Sedema herî mezin a lehiyê betonkirin û nebirêvebirina bajêr e."
*Dayikên Aştiyê ku ji bo piştevaniyê serdana "Nobeta Wijdan û Edaletê" kirin, gotin ku divê hemû kesên xwedî wijdan û doza edaletê dikin piştevaniya nobetê bikin.
*Li rûxandina malên li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê didome. Hat diyarkirin ku dê roja duşemê ceryan û ava welatiyên ku malê xwe neterikandine bê qutkirin.
*Girdiyên serdema darbeya 1980'an li dijî daxwaza yek tîp cilên girtîgehê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev feraset nayê qebûlkirin. Mexdûrên darbeya 80'î xwest her kes bi yek ruhî û yek fikrê li dijî van pêkanînan di ber xwe bide.
*Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Eyyûbiye ya Rihayê dê bi beşdarbûyîna parlementerên Rihayê kongreya xwe pêk bîne. (10.00)
*"Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê di roja 6'emîn de dê li Parka Ekîn Cerenê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bidome. (11.00)
* Çalakiya greva Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 144'an de didome. Kedkarên hatin îxrackirin jî dê çalakiya "Em karê xwe dixwazin" li kolana Yukselê berdewam bikin.
* Parastina Daristanên Bakur, dê têkildarî felaketa lehiyê ku li Stenbolê rû da, ji bo balê bikişînin ser kemasiyên Şaredariye dê li pêş Şaredariya Fatihê daxuyaniye bidin çapemeniyê. (13:30)
* Baroya Amedê û parêzerên baroyê dê Nobeta Wicdan û Edaletê ya Parka Ekîn Ceren ziyaret bikin. (17.00)
POLÎTÎKA
*Dê DBP di navbera 1-14'ê Tebaxê de civînên gel çêbike. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, der barê van hevdîtinên gel de axivî û wiha got: "Em van civînên gel wek bêhnstendinê, wek destpêkekê dibînin. Li dijî van polîtîkayan ji bo bibin henaseyek ev civînên gel zaf girîng in."
*Parlementerê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim, bertek nîşanî betalkirina parlementeriya Tugba Hezer Ozturkê da û wiha got: "Dibe ku parlementeriya hevalên me hatibe betalkirin, lê têkoşîna me, pirsgirêka me ya azadiyê û sozê serketinê û bidestxistinê yê me ji bo gelê xwe daye li cihê xwe disekine."
EKOLOJÎ
*Li gundê Akgedîkê, ji bo çêkirina tesîsa dawerivandinê ya ji bo jîngehên TOKÎ'yê, hat xwestin ku darên çamê yên 10 salan ji binî ve bên rakirin. Jinên gund ku li hemberî vê derketin û li pêş kemçeyan rawestiyan gotin ku ew ê heta dawî bitêkoşin.