ROJEV
* Xwişk û birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma û Mehmet Ocalan, bal kişandin tecrida li ser Ocalan û pêkanînên li Îmraliyê û diyar kirin ku ew ji rewşa Ocalan bi fikar in. Mehmet Ocalan fikarên xwe wina anî ziman: "Em nizanin birayê min dijî an najî. Divê demildest deriyên Îmraliyê vebin. Ji ber ku mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."
* Hîndekarê Zaningeha Mêrsînê Prof. Dr. Atilla Guney, ku ji ber îmze avêt protokola aştiyê hat dûrxwistin, diyar kir ku guhertina rêziknameya navxwey^her tiştî ji destê wekîlan digire û sibê dora meclîsê jî bê dorpêçkirin divê pir asayi ye.
* Malbatên ji Roboskê, Cizîr, Sîlopya derketin rê û hatin di Nobeta Wîcdan û Edaletê de wekîlên HDP'e ziyaret kirin, diyar kirin ku ew ji bo Cizîr Sîlopî û Roboskê edalete dixwazin û wan Cizîr ji bîr nekiriye. Hevsera Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç Zeynep Tunç, diyar kir ku heta ew edaletê bi dest bixin tê têbikoşin.
* Nivîskar û rojnameger Metîn Yegîn biryara FARC’ê ku di 1'ê Îlonê de tev li pêvajoya siyasê bibe nirxand û wiha got: "Ger ku îro Dewleta Komara Tirkiye pêvajoya çareseriyê domandibûya, dê di nava welatên Rojhilata Navîn de welatê herî zêde bi hêz bûya. Lê hikûmetê ev firsend ji destan revand.
* Karkerên firmaya DHL Express yên ji ber xebatên sendîkayî ji kar hatin dûrxistin, ji bo parastina mafê xwe 15 rojin çalakiya xwe berdewam dikin. Karkerên çalakger diyar kirin ku heta ew mafê xwe bistînin dê çalakiya xwe berdewam bikin.
* Kurê Hevserokê Kantona Cizîrê Ebdulkerim Saruxan Kendal Qamişlo, li Reqqa di operasyona "Cenga Mezin" de şer dike. Kendal Qamişlo, diyar kir ku ev şoreşa gelan e û wiha got: "Ne girîng e em serok, wezîr û rayedar bin. Her kes wek hev in."
JIN
* Hemşîre Esma Nûr a li Bajarê Reqqa ya ji sedî 50 ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûye hemşire ye diyar kir ku jinên êzîdî yên di destê DAÎŞ'ê de ji bo ji destê wan rizgar bibin întîhar dikirin û got: "Ez dê hesap ji DAÎŞ'ê bipirsim."
EKOLOJÎ
* Li navçeya Bodrumê ya Muglayê tevî biryara meclîsa şaredariyê û dadgeha herêmî ya "Hilweşandinê" dîsa li Herêma Gerişê turbina RES'ê hat avakirin. Welatiyên Gerîşê diyar kirin ku bêyî ceyran dibe, lê bê ax nabe. Welatiyan anîn ziman ku ger hiqûq bi encam nebe ew dê hiqûqa xwe pêk bînin.