ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2017'AN

ROJANE

*Cenazeyê Mûsa Vûral ku di dema "qedexeyê" de li Geverê tevî kurê xwe Cemal hat kuştin, piştî 14 mehan şûnde ji goristana bêkesan hat wergirtin û definkirin. Dayik Hamayil Vural, 4 caran nimûneya xwînê da ATK'ê û wiha got: "Yekane daxwaza min ew e ku kurê xwe jî li xaka wî defin bikim."

*Li Erzinganê, Keşîşxaneya Sûrp Dirtadê li ser 16 gundiyan hat tapokirin. Serokê Komeleya Kêmjimarên Ermenî Azîz Dagci, anî ziman ku dewletê dêr li gundiyan parve kiriye û wiha got: "Niha heke em bixwazin biçin li dêrê îbadetê bikin, divê ne ji dewletê ji xwediyên tapoyê destûrê bixwazin."

*Şervanên QSD'ê ku li nêviyê paytexta DAIŞ'ê Reqqayê venêrîna rê dikin, bi hezaran sivîlên ku rizgar kirine vediguhêzînin kampa Eyn Îsayê ku rêveberî û ewlehiya vê kampê di dest reqqayiyan de ye. Her wiha li kampê hevjînên DAIŞ'iyan ên biyanî jî tên vehewandin.

*Li Geverê, di nav 2 salan de ji aliyê hêzên dewletê ve 4 caran goristan hatin xerakirin. Her ku goristan hatin xerakirin, welatiyên herêmê dubare goristan ava kirin.

* Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Aslan li avahiya Rêxistina DBP’a Colemêrgê dê civîna gel bê li darxistin. (13.00)

* HDP li Parka Yogurçtu ya Kadikoyê ya Stenbolê dê Komcivîna xwe ya Meclîsê li dar bixe û pişt re “Nobeta Wijdan û Edaletê” ya 7 rojan bide destpêkirin. (12.30)

* Li Kolana Yuksela Enqereyê dê wek her roj çalakiya piştgiriya ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozmen berdewam bike. (14.00)

JIN

Komeleya Mala Jînê ya Jinên Rihayê dê ji bo jina ku dixwest dev ji hevjînê xwe berde lê ew û keça ji aliyê hevjînê wê ve li Wêranşarê hatin qetilkirin civîna çapemeniya li dar bixe. (11.00)

JÎNGEHA KEDÊ

*Alya Muhammed ku piştî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobaniyê qismek malbata xwe li Kobaniyê hişt û hat Tirkiyeyê, bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû ma. Malbatê diyar kir ku ew dixwazin vegerin Kobaniyê, lê belê ji ber deriyê sînor girtiye ew nikarin vegerin.

EKOLOJÎ

*Xwediyê Fabrîkaya Çîmento ya Rihayê Holdînga Lîmakê dixwaze li qada hevpar a gundên Rihayê ocaxa marnê çêbike. Ji bo çêkirina vê ocaxê jî hewl dide ku 15 milyon darên fisteqan û mêrga ku gund heywanokên xwe lê diçêrînin tune bike. Ji bo projeya ocaxên marnê dewlet seferber bû.

*Ji ber bermayiyên li perava Karadûvarê, çeşîtdariya masiyan daketiya heta ji sedî 50'î. Masîvan ji ber guhnedêriya rayedaran bi gilî û gazinc in.