ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2017'AN

ROJANE

*Racih Siddik ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviya û li Tirkiyeyê hêwirî, ji bo debara zarokê xwe bike wek ajokarê kamyonê çû Dûbaiyê. Niha ji ber vîze nayê dayîn, nikare vegere Tirkiye ya ku nasnameya demoborî daye wî.

*Nûnerê Bajêr ê Odeya Plansazên Bajar a TMMOB'ê Selîm Açar, projeyên trambus û teleferîk ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ji wan re dibêje "mega" nirxandin. Açar, anî ziman ku 30 sal berê jî trambus hatibû ceribandin û ji ber zirarê hatibû terkirin. Açar, got ku projeyên trambus û teleferîkê dê xizmeta tu tiştî nekin û veberhênaniyên vala ne.

*Qeyûm li ser Goristana Ermeniyan û Girê Dîlkayayê tuwalet, otopark û kabînên jixwekirinê yên Plaja Gel çêkirin. Pêşengê Rûhanî yê Dêra Protestan a Wanê Vahît Yildiz bertek nîşanî vê nêzîkatiya qeyûm da û wiha got: "Divê rayedar demildest dev ji vê xeletiya xwe berdin."

*Hempîşeyên nûçegihanê me Erdogan Alayumat, bertek nîşanî girtina wî dan. Hempîşeyên Alayumat ên li Edenê wiha gotin: “Ji ber nûçeyan çêkirin hat girtin, ev yek nayê qebûlkirin."

*ÎHD, dê ji bo girtiyên nexweş li avahiya Navenda Giştî daxuyaniyê bide. (10.00)

*Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA), dê rapora bipêkirinên mafan ên meha Tîrmehê ku rojnamger bi wan re rû bi rû mane, li avahiay Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi daxuyaniyekê aşkere bike. (11.00)

*Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Yûgûrtçûyê da destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. (11.00)

* Platforma Piştevaniya Sûrê, dê li dijî xerakirina Sûrê li pêş Operaya Sureya ya Kadikoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.00)

POLİTİKA

*Rêxistina Bajêr a DBP'ê, bi beşdarbûyîna Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan dê li Eywana Dawetê ya Şamdanê civîna gel çêbike. (14.00)

JIN

*Jinên gundê Zewkan ê Geverê li dijî teknolojî û demê li ber xwe didin û hunera jinan teşîrêsan, destar û şehî bi kar tînin û vê çandê nadin jibîrkirin.

JÎNGEHA KEDÊ

*Li Edeneyê Mehmet Golge ku bi keraneyên mezin karê şikandinê dike û debara malbata xwe dike wiha got: "Ji bo şorbeya zar û zêçên me bikele, ji mecbûrî em vî karî dikin."

*Elîf Yuce (65) ku li kuçeyan bi firotina goreyan debara xwe dike wiha got: "Vê sibehê dema hişyar bûm, westandî bûm. Min got ez neçim kar, lê dema min dît li malê tenê nîv nan û çend îsot hene, mecbûr mam biçim."

*Navçeya Bodrumê ku wekî “Bihuşta Seyranê" tê zanîn, dema mirov ruyê wê yê din dinihêre, dibîne ku ji bo her kesî ne bihuşt e. Li milekî ji bo kesên dewlemend û turîstan warê seyran û geştê, li milê din jî ji bo karkeran qawîş hatine avakirin û weki dojehê ye.

ÇAND Û HUNER

* Mamosteyên resîmê yên teqawîd bûne, Muzeyyen û Yavuz Koçoglu bi hunera keviran tên nasîn û zanîn. Mamosteyên rastî lêpirsînê hatin û hatin sirgunkirin, bi hunerê ruh didin keviran. Mamoste Muzeyyen diyar kir ku li Tirkiye 15 salin qîmetê nadin hunermendan.