ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2017'AN

ROJANE

*Kampa penaberan a Harranê ku keyayên tirk wê bi rê ve dibin, ji bertîl, nelirêtî û zewaca di temenên biçûk de xalî nabe. Penaberekî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin wiha axivî: "Kes ji bo alîkariyê nayê. Ji bo ji me sûriyeyiyan keçan bistînin tên. Kesekî ji Harranê 3 jinên sûriyeyî kirîn. Yekê stend berda, ya dudoyan jî stend û wê jî berda. Paşê ya sisêyan stend."

*10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li xwendekarê zanîngehê Enes Aydogan ku di dema qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de li navçeyê asê mabû û birîndar bûbû, hat birîn.

*Nesrîn Aslan ku keça wê Şûle Îdîl Dere li Parka Yogûrtçûyê 100 metre dûrî cihê Nobeta Wijdan û Edaletê jiyana xwe ji dest dabû, serdana nobeta HDP'ê kir. Aslan wiha got: "Li Tirkiyeyê edalet wek edaleta me û ya we hatiye dabeşkirin. Li vî welatî her diçe bêedaletî zêdetir dibe."

*Di ser qetilkirina Tahir Elçi de 20 meh derbas bûne û 3 dozgerên dosyeyê guherîne, lê belê hîn jî di dosyeya lêpirsînê de ne gumanbarek heye û ne jî pêşketinek. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, anî ziman ku di nav delîlên herî girîng ê dozê de dîmenên kameraya ewlehiyê ya aîdî Mardîn Kebap Evî'yê cih digirin, lê belê ev 20 meh in ku ev dîmen ji aliyê ATK'ê ve nehatine çareserkirin.

* 8'emîn rûniştina doza kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (09.00)

* Yekemîn Rûniştina doza îstîsmara ku pitika 40 rojî li Wanê kuşt dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. (09.00)

* Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP’ê ku li Parka Yogurtçu daye despêkirin di roja 4'an de didome. (11.00)

* Nûnerên HDK'ê dê Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ji Qada Kalkedonê heta Parka Yogurtçuyê bi meşekê ziyaret bikin. (14.00)

* Baroya Amedê dê ji bo kujerê Serokê Baroya Amedê yê hat kuştin Tahir Elçî bê ronîkirin li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)

POLÎTÎKA

*Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Celal Dogan, diyar kir ku Tirkiye di warê darazê de di polê de maye û wiha got: "Rejîma 12'ê Îlonê bi rêjeyeke ji sedî 93'yan qanûneke bingehîn anî. Lê dema Kenan Evren ji vê cîhanê koç kir, 3 kesên ku li pişt wî fatîheyê bixwînin nedît. Ji ber vê yên mayînde demokrasî û demokrat in."

JIN

* Jinên Cizîrî yên rastî tacîz û êrîşa fîzîkî ya polîsan tê, diyar kirin ku dewletê hemû bê ehleqî û dijmirovahiyên xwe xistine meriyetê. Jinan anîn ziman ku ew dê nebin pêlîstoka lîstikên qirêj a dewletê.


*Jinên karker yên li nav zeviyan dixebitin bi bîr xistin ku mesaiya wan a kar li malê dest pê dike û li nav zeviyan dewam dike. Jinan got ku li gel germa havînê ew zêde û bi erzanî tên xebitandina û heqdesta ku werdigirin têra pêdiviyên wan ên rojane nake.

JÎNGEHA KEDÊ

*Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi hinceta ku "Tozê çêdike û derdorê gemarî dike" cihê bazara kayê guhernd û li derveyî bajêr yeke nû vekir. Lê belê, bêyî ku ya kevn bigire esnaf çûn ya nû û niha ji ber ku ya kevn vekiriye esnafên çûne ya nû mexdûr in.

*Li navçeya Şemrexê karkerên demsalî ku piraniya wan jin in, di bin kelekela havînê de bi beramberiya 40 TL'yî rojê 12 saetan dixebitin. Karkeran diyar kir ku ew neçar in bixebitin. Xwediyên kar jî dan zanîn ku ji ber komusyonvan ew jî ji ber ceyran û mazotê keda xwe dernaxin û tu bikî nekî ev jî bandorê li yewmiya karkeran dike.

ÇAND Û HUNER

*Muzîkjenên kolanan ên Mêrsînê ku Atolyeya Hunerê ya Xweser ava kirine, ji bo zarokên ji ber şerê Sûriyeyê berê xwe dane Mêrsînê, perwerdehiya muzîkê didin.