ROJANE
* Bû salek ku malbata Tûnç li gel hemû dijwariya êşên giran bêyî Mehmet Tûnç dijîn û niha daxwaza malbatê ew e gora Mehmet Tûnç bînin bajarê berxwedanê Cizîra Botanê.
* Rêveberên sazî û partiyên siyasî yên li Amedê têkildarî Kongreya Netewî ya Kurdistanê nêrîna xwe anîn ziman û dest nîşan kirin ku, li dijî her cûre êrîşên giran ên li ser axa Kurdistanê pêwîste demildest kurd bibin yek û kongreya xwe ya netewî pêk bînin. Rêveberên saziyan banga lezgînî ya kongreya netewî li her çar parçeyên Kurdistanê kirin.
* Ji ermeniyên ji bo di 1915'an de rastî komkujiyê neyên ji neçarî koç kirin, tenê masî mane.
* Zarokan Kobaniyê yên ji bo pereqezenckirinê li kuçeyên Rihayê ne, di lingên wan de şimik, li ser serê wan sêniya simîtan a ji qama wan mezintir û bi bişirîna li rûyê wan peyda dibe, bêrîkirina xwe yî ji bo Kobaniyê tînin ziman.
*Kameraciyê ÎMC TV'yê Refîk Tekîn ê li Cizîrê di dema gulebarana polîsan de birîndar bûbû, di salvegera 79 rojên qedexeya li Cizîrê de şahidiya xwe vegot
* Serokê Komeleya Mirinên Biguman û Mexdûran Oktay Can ê kurê xwe li leşkeriyê bi awayekî gumanbariyî windakirin û ji bo vê têkoşîna wî ya huqûqî didome wiha got:"Kurê min întihar nekir, kurê min kuştin."
* Jinên ji gundên Reqayê hatin rizgarkirin û tehliyeyî qadên ewle hatin kirin gotin, ew ji nû ve bêhnê werdigirin, rojên tarî qediyane.
* Li kuçeyan "bêmal"iyên tenê di demên sarbûna hewayê de tên bîra mirov, ji nehestyariya civakê ya li hemberî wan bi gilî û gazinc in. Ji bêmaliyên ku Şefkat-Der'ê dest dirêjî wan kir Mûstafa Koç got, hevalên min î herî baş pirtûk in, Halîm Ozer jî wiha gazin kirin:"Tu fêdeya çavê çepê li yê rastê tune ye."
* Li Edeneyê, li rêya sereke ya gelek nexweşxane lê ne, rawestageha otobêsan a aîdî Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê wek otopartê tê bikaranîn. Piştî rawestgeh, wek otoparkê hat veguherandin, bû sedema bertekdayîan esnafan.
*Wê Şaxa ÎHD'a Amedê, Nûnertiya TÎHV'a Amedê, Baroya Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê bi munasebat 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li acahiya Şaxa ÎHD'ê daxuyaniyê bidin.
*HDK wê strata Lampanyaya Li Dijî OHAL'ê" ya bi dirûşmeya "EM DAWÎ LÊ BÎNIN" li buroya HDK'ê ya li Beyoglûyê ye bi daxuyaniyeke çapemeniyê bide. (13.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, TÎHV, BAroya Amedê û Odeya Tabîban, dê bi minasebeta 10-17'ê Kanûnê Hefteya mafên mirovan, têkildarî binpêkirina mafên li girtîgehan li avahiya ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bînin. Piştre jî dê qartan ji girtiyan re bişînin. (11.00-13.30)
* Hêzên ked û demokrasiyê yên Edeneyê, dê têkildarî endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edeneyê Tugay Bek li ber Edliya Edeneyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
*Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, dê têkildarî axaftina xwe ya 2014'an a li Şirnexê bi rêya SEGBİS'ê îfade bide. (14.00)
POLÎTÎKA
*Huqûqnasa qanûna bingehîn Prof. Dr. Sevtap Yokûş Veznedaroglû diyar kir ku, bi guherîna tê plankirin re, dixwazin hêla otorîter a Qanûna Bingehîn a 1982'yan berçav bikin û wiha got:"Ya îro tê kirin, di îstîkqameta hedefa 12 Îlonê de yanî dixwazin otorîteyê hêzdartir bikin. Wê ji bilî kûrkirina naveroka Qanûna Bingehîn a 1982'yan pêvtir tu encamê nede."
ABORÎ
*Bi hatina krîza aborî re, buha talana bêrîka kirîgeran dikin û her diçe hêza kirînê qels dibe. Ji bo welatiyên ji mala xwe re masiyan dikirin, êdî xwarina Hemsiyên Behra Reş jî bûye xwarineke luks û bazarvan jî ji ber nikare cotek bot bifiroşe bi gilî û gazinc e.