ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2016'AN

ROJANE

*Bavên wan di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan û nav û berxwedan ji bo Bêkes û Sahîbê piçûk ma.

* Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tecrîda li ser Ocalan tê meşandin wek “Sûcê mirovahiyê” nirxand û li ser mijara “Îmhakirina Ocalan” jî wiha got: “AKP-MHP û Erdogan ‘Îmhkarina Birêz Ocalan’ jî di nav de dixwazin gelek tiştan bikin. Lê bi vê yekê nasekinin. MHP û AKP dixwazin ‘îmhakirina Ocalan’ bixin rojevê û li ser vê yekê siyaseta xwe bidin meşandin.”

*1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê polîsên kujerên Enes Ata yê 8 salî ku di sala 2006’an de li Amedê di encama gulebarana polîsan de hat qetilkirin, doza beraatê dike. Bavê Enes Ata, Selamattîn Ata anî ziman ku, ew 10 sal e cîgera wî diêşe û wiha got:"Edaleta piştî 10 salan bê, ez ê çi bikim ji wê edaletê."

* Di îddianameya belavkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên bi KHK'ê hatin girtin, Hakan Ergun jî di nav de, der barê 12 jê girtî 14 kesan hat amadekirin de, parvekirinên civaka medyayî û meşa di rê de ya Ergun wek delîlên sûcî hatin nirxandin.

* Rustem Reqa yê ji destê DAIŞ'ê reviya û tevlî refên QSD'ê bû û li refên herî pêş ên operasyona "Xezeba Firatê" cih digire wiha got:"Ji bo em xakên Sûriyeyê azad bikin bi pêş ve diçin."

* Li Qersê, kafeya ku aliyekî wê wek qada pirtûkxwendinê tê bi kar anîn û bi awayekî komunî tê birêvebirin, dahata jê tê ji bo bicihanîna pêdiviyên xwendekarên ku rewşa wan î aborî nebaş e tê bikaranîn.

* Bi hezaran kiryar nediyar yên ji Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin dest pê kirin û heta Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî domiyan, hîn jî nehatine darizandin.

*Şaxa Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) a Rihayê, wê têkildarî binçavkirinan û teqîna li Beşîktaşa Stenbolê daxuyaniyê bide. (13.00)

* Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan ji bo piştgiriya gelê Şirnexê ev 3 roj in li bajêr e diyar kir ku tenê daxwazeke gelê Şirnexê heye, ew jî gelê kurd Şirnexiyan muhtacî dewleta ku bajêr wêran kiriye nekin.

* Sêvê, Pakîze û Fatma beriya salekê îro rêya wan li Silopî gehişt hev û 3 dayîkên dil bi kul, aştîxwaz û ser bilind li pey xwe hiştin.

* Dengbêj Salihê Şirnexî yê ku di qedexeya Silopiya de jiyana xwe ji dest dayî li pey xwe kilamên giranbuha hiştin û dengbêjên botanê rêzikên kilamên wî distêrin.

ABORÎ

* Li navenda Colemêrg û navçeyên wê, qedexeyên li ser zozanan ên di bin navê “Herêmên ewlehiyê yên taybet” de, herî zêde bandor li ser turîzma zivistanê kir.

JÎNGEHA KEDÊ

* Nerîman Şahan a li Samandagiyê bi boyaxkirina qeseleyên genimî têfikan çêdike û difiroşe got, ew di ber sîparîşan re nagihêje.

EKOLOJÎ

* Li Êlihê welatî wek alternatîfa komir û xaza xwezayî ya xesarê dide hawirdorê, bi şewitandina sergînan pêdiviya xwe yî germbûnê bi cih tînin.


ÇAND Û HUNER

*Koma Muzîka Muxalif ku ji bajar, çand û rengên cuda hatine cem hev, bi stranên xwe reng û ruyê xwe diyar dikin. Endamên Komê diyar kirin ku stran ji wan re dibêjin çawa duh îro êş hebûn duh jî êş hebûn, çawa duh evîn û aramî hebû dê sibê jî evîn û aramî hebe.

*Kovanra Uçurtma ku bi xebatên dibistana havînê ya Halkevleriyê derdikeve û ev 9 sale tê weşandin, nirxê gerdûnî yê mirovan nîşanî zarokan dide. Nûnerê kovarê ya Îzmîrê Ugur Goçmuş da zanîn kul i dijî fikrên mezinan, di nava aştiyê de jiyan kirin ne xeyale.