ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2016’AN

ROJANE

* Li Cizîrê derbarê kesên ku di qedexeya 14'ê kanûna 2015'an de jiyana xwe ji dest dane heya niha tu lêpirsîn nehatiye vekirin û malbatên wan kesan jî ji bo ku êşa xwe hindik jî be bikewînin rojên xwe li ser gorên zarokên xwe derbas dikin.

* Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê hikûmxawarê bi navê Emre Erdem rastî derbkirin û îşkenceya gardiyanan hatibû. Erdem, vê derbkirin û îşkenceyê bi raporê peyitand û serî li dozgeriyê da. Der barê serlêdana wî de, biryara peywirdarên cemaweriyê "peywira xwe bi cih anîne" û "cihê peyketinê tune ye."

*Hevserokê HDP'a Konyayê Erol Şan têkildarî êrîşa li dijî avahiya partiya wan a HDP'ê got, komek nijadperest nikarin biryara têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bişikînin.

* Malbata ekolojîst a Demîrbagê, ku di 1'ê Gulanê Cejna Karkeran a 2015'an de got, 'em ê jiyana pergal li me ferz dike nejîn' û bi vî awayî ji cihên xwe yî kar îstifa kirin, li Gundê Baglararasi yê Foçayê, li dijî çandiniya konveksîyonel çandiniya orgnaîk dikin.

* Fermandarê Giştî yê Hêzên Sotariyê Kîno Gabrîel ê di eniyên pêş ên ber bi Reqayê de cih digire diyar kir ku, gelên suryanî û keldanî rastî komkujiyan hatine û wiha got:"Em hîn di bin van êrîşan de ne. Li dijî vana, ji bo em li ser piya bimînin, divê em şer bikin. Em jî vê dikin."

* Şervanên reqayî yên ber bi Reqayê ve pêş ve diçin, gelek gund ji DAIŞ'ê safî kirin û li gel vê TEV-DEM jî li van gundan, pêdiviyên gel bi cih tîne. Yek ji van kesên beşdarî van xebatan bûye jî endamê TEV-DEM'ê Mihemed Hewê ye. Hewê got: Jinên ereb bi van gotinan pênaseya azadiyê kirin:"Roj bi ser me de hilat, ewrên reş û tarî cihên xwe dan ronahiyê. Îro, roja derketina me yî ji girtîgehê ye."

*Ji ber îlankirina qedexeyên li gundên Hezoyê, gundiyên nikarin biçin gundên xwe diyar kirin ku, ji ber qedexeyan berên organîk ên hildiberînin kêm bûne û xwestin demildest dawî li qedexeyê bê.

*Li gelek gundên girêdayî navenda Êlihê, xwendekarên dibistana navîn dawiya hefeteyê li pişta wan bi kîloyan barê pirtûkan û bi kîlometreyan rê dimeşin.

* Komeleya Mafen Mirovan (ÎHD), dê têkildarî rewşa wekîlên HDP'ê yên girtî rapora amade kirine li navenda giştî ya ÎHD'ê bi raya giştî re parve bikin. (10.30)

* Partî û rêxistinên TJA, DBP, HDP, DTK, ji bo balê bikşînin ser tercîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li ber avahiya DBP'ê ya Amedê bi girseyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)

POLÎTÎKA

* Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca li ser girtina parlementeran û hevşaredaran, girtina Serokomar Erdogan bi bîr xist û wiha pirsî: “Erdogan çend mehan ji bo fikr û ramanên xwe girtî ma? Ûca bi rêveberiya awarte ya Fransayê parastina rêveberiya awarte ya Tirkiyeyê rexne kir û got, li Fransayê siyasetmedar nayên girtin.

JINGEHA KEDÊ

* Li Tirkiyeyê, li tekane gundê ermeniyan ê Vakifliyê, jin berên ku bi palûteyî hildiberînin, xwe bi xwe jî bazariya wê dikin û bi vî awayî hem gundê xwe, hem jî keda jinê zexm dikin.

ABORÎ
Sûka Kemeraltiya dîrokî jî, ku yek ji wan cihê girîng ê bazirganiya Îzmîrê ye, ji krîza aborî nesîbê xwe wergirt. Esnafên sûkê gotin, ji ber krîza aborî ew li ber îflasê ne.

ÇAND
Wênesaza ciwan a ji Kobaniyê Roya Shaîn, tiştên nikare bi axaftinê vebêje resm dike. Shaîn a li dijî şer, bêrîkirina welat resm dike, ji bo jina ku resm dike jî wiha dibêje:"Her jin welatek e."