ROJANE
*Kesên der barê Parlementera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan a girtîye 24 fezlekeyên cuda amadekirin, derket holê ku dozgerên ku bi hinceta "FETO" ji kar hatine dûrxistin, binçavkirin û girtin bi xwe ne.
*Welatiyên Amedê jî piştgirî dan xebatên Kongreya Netewî ya Kurdistanê û welatiyan dest nîşan kir ku, qonaxa gelê kurd tê de derbas dibe, ji bo avakirina yekîtiya kurdan qonaxeyeke dîrokî û firsendî ye. Welatiyan ji bo pêkanîna kongreya netewî, bang li hemû sazî û dezgehên her çar parçeyên Kurdistanê kir, da têkevin nav hewldanan û gotin, heke yekîtî pêk bê dê hemû êrîşên li dijî kurdan jî bên pûçkirin.
*Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû dema hat Colemêrgê ev gotin serf kiri bûn: "Em ê li vir fabrîqeyan nû bikin." Piştî van gotinan pirsa "Gelo li bajêr fabrîqeyên bên selihandin hene yan na?" anî bîra mirov." Li gel vê Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Colemêrgê Îsmaîl Akboga wiha got:"Agahiyên xelet ji Wezîr Beg re hatine ragihandin, li bajarê me ne fabrîqe û ne jî tesîseke me yî bê nûkirin tune ye."
*Niştecihê ereb ê Gundê Hemrêya Mezin ê di operasyona Reqayê de hat rizgarkirin, Mihemed Hemadî wiha got: "Belkî li cem kurda ewqas qedr û giraniya me tune ye, lê ev salek bû em li bendê bûn hûn me azad bikin. Her cure çepelî layiqî me ereba tê dîtin, lê belê em ne wisa ne. Ew ereban temsîl nakin."
*Hunermenda kurd Eyşe Şan a dema dest bi hunera xwe kir û ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê rastî gelek pêkûtî û çewisandinan hat, di ser koçbûyîna wê re 20 sal derbas bûn. Eyşe Şan a ku wek "keybanûya bêtac" tê pênasekirin, di jiyana xwe de tenêtî û çewisandinên rastî wan hat, bi stranên xwe vegot.
*Malbata girtiyê siyasî Faîk Budak ê ji Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê sewqî Girtîgeha Eregliyê kirin û di hucreya yek kesî de tê girtin, diyar kir ku kurê wan rastî îşkenceyê tê. Parêzer Ozgur Çaglar jî da zanîn ku ewlehiya canê Budak tune ye û li girtîgehê bi îşkenceyek giran re rû bi rû ye.
*Dersxaneyên Piştevaniyê yên Beyoglûyê yên bi hewldana komek ciwanên dildar hatin avakirin, bi dirûşmeya "Bi xwe bawer be, bêdeng nemîne, bi piştevaniyê bi hev re hîn bibe" tevdigere û li dijî qurs û dersxaneyên biheq qadeke piştevaniyê ya alternatîf diafirîne.
*Li Îzmîrê, derket holê ku 3 xwendekarên berastengê zîhnî, rastî îstîsmara zayendî ya mamosteyê 61 salî Şevket Gulenç, ê li Navenda Perwerdehiya Taybet a Bornova Korfezê dikeve dersa Baxçevaniyê, hatine.
*Di fezlekeya der barê doza sereke ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi biryara dadgehê hat girtin de, îfadeyên skandal cih girtin. Di fezlekeyê de, Rojnameya Azadiya Welat, Rojnameya Ozgur Gundemê, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Yuksekova Haber, Radyo Gun, Kovara Hêviya Jinê û Kovara Ozgur Halkê wek organên weşanê yên "Komîteya Weşanê ya KCK'ê" yên "Qada Tirkiye-Bakur"ê hatin nîşandan.
* Şaxa ÎHD'a Amedê û xizmên windayan, têkildarî windayên ku di binçavan de, bi kiryarên nediyar û bi înfazên bêdaraz hatine windakirin, dê li avahiya ÎHD'ê daxuyaniyê bidin. (11.00)
* DVV Internatîonal û Platforma Bîra Hevpar a Dersim 37/38'an de, dê li Hîll Otela Taksîmê bi sernavê "Terteleya Dersimê: Travma û Bîr" konferansek bê lidarxistin. (10.00)
* Dayikên Şemiyê bi dirûşmeya "Kiryar diyar in, winda li ku ne?" di hefteya 612'emîn de dê li Qada Galatasarayê bên gel hev. (12.00)
* Şaxa ÎHD'a Îzmîrê ji bo balê bikêşe ser rewşa girtiyên nexweş, wê li ber Banka Sumerê ya kevn a Konakê daxuyaniya çapemeniyê bide. (13:00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê çalakiya 247'emîn "Rûniştina F"yê ku balê dikêşe ser rewşa girtiyên nexweş, li Qada Galatasarayê li dar bixin. (13.30)
JIN
*Hanîfe Guzel a di 14 salên zewaca xwe de her rastî şidetê hat û biryara devjêberdanê da, bêyî guh bide biryara kuştinê ya eşîreta wê der barê wê daye û gefxwarinên hevjînê xwe, niha jiyanê hembêz kiriye. Guzel dest nîşan dike ku, di cîhana serdestiya mêrî de, tu lukseke jinan lawazbûnê tune ye.
ÇAND Û HUNER
*Li Edeneyê, hunermendê NÇM û solîstê Koma Pelê Îlyas Arzû yê rastî cezayê hepsa malê hat got, ew ê li mala lê hatiye hepskirin ku berê dersên deng û enstrumanê dida 25 zarokan, van xebatên xwe dubare bidomîne.
ABORÎ
*Li Êliha ku ji ber pêvajoya pevçûnî 347 esnafî derbeyên xwe daxistin, bi sedan esnaf heta qirikê di nav deynan de ne. Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Êlihê Talat Kara diyar kir ku, pakêtên aboriyê yên ji aliyê hikûmetê ve hatine daxuyandin ne çareser in û dest nîşan kir ku, ji bo nû ve pêşveçûyîna esnafan pêk bê, divê li pêvajoya çareseriyê bê vegerîn.