ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2016'AN

ROJEV

*Parêzerê Ahmet Turk, Erdal Kûzû diyar kir ku, Turk bi awayekî kelepçekirî tê tedawîkirin û wiha got: "Li gorî Protokola Stenbolê divê ku li odeyê tenê nexweş û bijîşk hebin. Lê Turk û hemû girtî, rastî tersê vê rewşê tên."

*Der barê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlikê de, ji ber beşdarbûyîna daxuyanî, meş û merasîmên cenazeyan ên li Şirnexê, heta 37 salan bi daxwaza cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Bîrlîk a ku beşdarî cenazeyê Haci Lokman Bîrlik ê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li pêyî panzêrê hat kişandin bûye bi "Pesindayîna rêbaza çekdariyê ya rêxistinê û teşwîqkirina vê rêbazê" tê tawanbarkirin.

*Yek ji wan navên remzî yên li girtîgehan Velî Saçilik wiha got:"Îro di serdema îktîdara AKP'ê de jî, girtî rastî heman rewşan tên."

*Serokê Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê Salman Akdenîz têkildarî bîranîna 37'emîn salvegera Ko mkujiya Mereşê axivî. Akdenîz diyar kir ku, elewî ji kampa penaberan a hatiye temamkirin bi fikare ne û wiha got:"Li gel travmaya derûnî, tirs û fikareya komkujiya Mereşê, bicihkirina gelheyeke feraseta selefî ya hema bêje deh qatî zêdeyî gelheya herêmê ye, ne rewşeke masûmane ye."

*Jina ereb Fîdan Serap a bandor ji hêzên YPJ'ê yên di rêya Reqayê de pêşengtiyê dikin girt, tevlî YPJ'ê bû. Serap diyar kir ku, wê li dijî feraseta serdest a mêrî berê xwe daye "YPJ"ê.

*Di merheleya yekemîn a operasyona Reqayê ya ku çîrokên nîvçemayî temam dike de, zarokê yek salî Husên El Xidir ê jina hat azadkirin jî, di merheleya duyemîn de azad bû.

*Yek ji wan cihwarê ku kesên êşa evînê dikêşin û li ser wan nezir û gazî dikin jî Tirba Mem û Zînê ye, lê hema bêje îsal tu kesî serdana wê nekiriye. Tirbeya ku berê, ji gelek deveran ji bo niyaz û mirazên evînê wargeh bû, niha tenê notirvanek lê heye.

*Li Wanê, cerdevanê bi navê T.G. yê du xwişkên hev ên berastengê zîhnî îstismar kir, derket holê ku xwişka wan î 19 salî ya berastenga zihnî jî îstîsmar kiriye. T.G. yê îstîsmara zayendî îtiraf kir, bi van gotinan parêziya xwe kir: "Ez ne bawerim zarok berastengê zîhnî bin."

*Di pirtûka Fîzîkê ya Weşanên Bîreyê de pirsa bombebarana balafirên şer û tangan bû sedema nîqaşan. Semîha Guler Demîr a ku dema kurê wê pirs çêdikirin hay jê bû, anî ziman ku ji xwe zarokên wan di pratîkê de şer dijîn û got, ew naxwazin zarokên wan ji bo şer xwe amade bikin.

*Sekretera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Êlihê Cansû Çolak anî ziman ku, li Ewropayê rêjeya herî zêde ya mirina dayik û pitikan li Tirkiyeyê ye û got, sedema zêdebûna vê rêjeyê, polîtîkayên hikûmetê yên têkildarî temenê zewacê ne.

*Xezî Mehmut piştî ku hevjîn û keça xwe di şerê Helebê de winda kir, bi malbata xwe ya 9 kesî re derbasî Rihayê bû. Ji ber ku Xezî bi çanda gewendetiyê mezin bûye, naxwaze li kampan bi cih bibe. Ji bo vê jî heta niha dewletê tu alîkarî bi malbatê re nekiriye û her ku li cihekî bi cih dibin, ji aliyê zabiteyan ve tên derxistin.


POLÎTÎKA

*Wezîrê Çand û Turîzmê yê AKP'yî yê berê Ertûgrûl Gunay nîqaşên têkildarî serokatiyê wiha şîrove kir: "Serokomariya bêalî temînata hevgirtinê ye. Serokomariya partiyî nikare vê temînatê pêk bîne, wê berberîbûnê zêde bike, dabeşkirinê har bike." Gunay dest nîşan kir ku, di navbera AK Partiya ku ew di 2007'an de tevlî wê bû û ya niha de, tenê şibandina navî heye.

ABORÎ

*Ji ber rewşa aborî ya Tirkiyeyê û zêdebona betaliyê ya her diçe zêde dibe, yên tiştên hêvî dikirin bi dest nexistin, niha jî hêviya xwe bi piyangoyê ve girê dan.

ÇAND Û HUNER

*Koma muzîkê Kardeş Turkuler piştî 4 salan dest bi amadekariya albumek nû dike. Di vê albume de yekem car strana bi zimanê Pontçî cih digire.