ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2016'AN

ROJANE

* Aktîvîsta TJA Îlkay Yenîgul, diyar kir ku dema projeya Ocalan a çareseriyê ket meriyetê xwîn û kuştin rawestiya û li hemû Tirkiye hêvî geş bû. Yenîgun, da zanîn ku piştî çareserî bi dawî bû û tecrîdê dest pê kir, xwîn rijiya û kuştin zêde bûn. Hevberdevka HDK Gulistan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku Ocalan îspat kir ku dema çareserî hebe pêdivî bi rijandina xwînê tune û îspat kir ku em dikarin di nava çareserî û diyalogê de bijîn.

*Rêvebera Asayişa Helebê Bêrîvan Abdo, têkildarî polîtîkayên Tirkiye yên li ser Helebê û geşedanên li herême diyar kir ku Tirkiye û Rûsyal li ser Heleb û Babê li hev kirine. Ebdo, anî ziman ku komên ku Heleb vala kirine Komên piştre ketine Helebê û kesên birindar in. Ebdo, destnişan kir ku herêmê wekî Hulok, Heyderiye, ŞêxXidir, ŞêxFaris, Bustunbaşa û Saxur ên wan piştre ji destê çeteyan rizgar kirine, mirov bêtir di ewlehiye de ye û wiha got: "Heta niha malbatekê jî ev herêm vala nekiriye. Dijberî vêyekê mirov bêtir xwe li vir di starê de dibînin. Mirovên li herêma Kelasê û Selahaddinê ku di destê rejîmê dene, jibo starê tên herêma me. Em wan dixin bin ewlehiyê.

* Serdozgerê Komarê yê Colemêrgê der barê Parlamenterê HDP'ê ye Colemêrgê Abdullah Zeydan de îdîaname amade kir û 20 sal cezayê girtîgehê xwest. Dozger ji dadgehê xwest ku bi hinceta ewlehiyê doz li bajarekî din bê dîtin.

* Parêzerê girtiyê siyasî Halil Yilmaz ê ji sedî 50 astengdar û li Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê girtiye, diyar kir ku Yilmaz bi awayekî sîstematîk ji aliyê gardiyanan ve rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tê.

* 9 xwendekarê Zanîngeha Sitkı Koçman, ji ber beşdarî merasima cenazeyê hevalê xwe bûn rektoriya zanîngehê dest danî ser bursa wan.

* Endamê Platforma Derdorê yê Edeneyê Yaşar Gökoglu, diyar kir ku ji rayedarên Rus fêr bûye ku dê li Santrolên Nukleerê yên li herêma Akkuyu tên avakirin, dê tesîsa bermahiyên nukleerê ava bikin û wiha got: "Bermahiyên ku ji santrala Nukleerê derkevin uranyuma zexm û zengînkiriye. Gokoglu, anî ziman ku ger ev tesîs bên avakirin hikûmet gava yekem a çekên nukleer davêje.

* Rûniştina doza Ethem Sarisuluk ê di bûyerên Parka Gezi de li Guvenparkê hat kuştin dê li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)

* Rêxistina YAKAY-DER a Enqereyê dê têkildarî windabûna Mujgan Ekin li avahiya Şaxa xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)

* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD ya Stenbolê de têkildarî salvegera operasylona 19'ê kanunê ya li dijî girtîgehan civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)

JIN

Li navçeya Kozlukê ya Êlihê malbata Şukran Yildiz, ji ber hem bi tendurîstî ye û hem jî organîk e hemû xwarin, vexwarin, somemenî û pêdiviyên malê ji xwezayê kom dike. Yildiz, diyar dike ku çavkaniya wê bax û baxçeyên xwezayê û sewalên hewşêne.

ABORÎ

Kolana Havra ya dîrokî, esnafên kolanê ji ber qeyrana aborî hatin asta îflasê û derabayên dikanên xwe digirin. Esnafan diyar kirin ku îsal êdî zerar dikin û dikanên xwe digirin.