ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2016'AN

ROJANE

*Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemberî tecrîda giran 17 sal in ji bo azadî û demokrasiyê li ber xwe dide û ev bû nêzî du salan tecrîdek girankirî li ser tê meşandin. Welatiyên Amedê li dijî tecrîda li ser Ocalan nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku, şer û mirin tenê bi hevdîtin û azadkirina Ocalan dawî dikare li vî şerî û van mirinan bê û gotin, riya aşitî û demokrasiyê di Gireva Îmraliyê de derbas dibe.

*Hêzên QSD'ê yên ber bi Reqayê ve dimeşin daketin Firatê û niha di dorê de navçeya Tabqayê û bendav heye. Di 10 rojên operasyonê de 46 gund hatin azadkirin û her wiha şervanên QSD'ê yê 68 km bi pêş ve çûne, qadeke 440 kîlometrekareyî xistine bin venêrîna xwe.

*Yek ji wan kesên ku nikaribû canên xwe yî di komkujiya Mereşê de hatin qetilkirin bi bîr bîne Hevserokê HDP'a Pazarcixê Salman Okmen e û Okmen wiha got: "Ji aliyê her kesî ve eşkere tê zanîn bê komkujî karê kê ye. Ji komkujiya Mereşê mebest ew bû ku, bûyer li rojhilat û başûrê rojhilatê bên belavkirin. Di komkujiyê de kiryar hatin beralîkirin, xapandin û ew mudaxil kirin."

*Hat ragihandin ku, li Cizîrê polîs li kesên xizmên wan bi guleyên polîsan hatine kuştin, sîxurtiyê ferz dikin.

*Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin, hat diyarkirin ku gelek biryarên têkildarî şaredariyê ji aliyê Seroka Baskê Jinan a AKP'ê Hatîce Atan ve tên dayîn. Li gel vê, dîsa hat diyarkirin ku budçeya şaredariyê ji aliyê qaymeqamtiyê ve tê bikaranîn.

*Mesûde Pehlîvan a di qetlîama 19'ê kanûnê de, ji ber gazên kîmyewî nexweşîna pençeşêrê lê peyda bû, niha li Girtîgeha Jimare 9'an a Sîlîvriyê tedawiya wê tê astengkirin. Yildiz Pehlîvan a tevî Mesûdeyê girtî mabû û serbest hat berdan wiha got: "Heke tedawiya Mesûdeyê pêk neyê, dibe ku bimire."

*Serdozgerê Komarê yê Xarpêtê li Parlementerê HDP'ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken doz vekir û heta 10 salan cezayê girtîgehê xwest.
*ETÛC a li Parîsê Civîna Komîteya Îcrayê li dar xist, ji bo rakirina KHK'yan bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir. ETÛC ragihand ku, ew ê di meha çileyê de heyetekê bişîne Tirkiyeyê, alîkariya darayî ya kedkarên cemaweriyê yên hatine mexdûrkirin bike û ji bo Tirkiyeyê raçav bike, ew ê toreke sendîkal ava bike.

*Parlementera HDP'ê Aycan Îrmez, birayê Îrmez Mesut Îrmez û pismamê Şexmus Ugur Serhat Ugur ên beşdarî merasima Şêxmus Ugur bûn lêpirsin li wan hat vekirin.

*Wê rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, a ji ber beşdarbûna wê yî çalakiyeke Mêrsînê lê hatibû vekirin, bê dîtin. Wê Yuksekdag bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bibe. (14.00)

POLÎTÎKA

*Aligirê Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Mehmet Aslan polîtîkayên hikumetê yên li dijî siyaseta kurd nirxand û got, li herêmê dengdêrên AKP’ê jî ji polîîtkayên AKP’ê nerazî ne.

*Parlementerê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr ê balê kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê dest nîşan kir ku, bi operasyonan dixwazin HDP’ê li derveyî meclîsê bihêlin û wiha got: "Hûn paşka stuyê xwe bixurînin."

ÇAND Û HUNER

*Yek ji amûra muzîkê ya herî qedîm ku li ser axa Mezopotamyayê şahidiya hezaran salî kiriye erbane ango def e. Li ber dengê erbanê, herî zêde qesîde û beyt xweş tên gotin û govend li ber tê gerandin. Li bakurê Kurdistanê herî zêde erbane bi derwêşan tê nasîn û derwêş wek mamosteyên erbanê ne. Yek ji van derwêşan jî Nurullah Tatar ê ku 35 sal e li erbanê dide û heta roja me îro gund bi gund geriyaye û şahidiya têkiliya civakê û erbanê dike.

EKOLOJÎ

*Endamê Platforma Hawirdorê Yaşar Gokoglû diyar kir ku, komira ku Walîtiya Edeneyê li xizanan belav dike "bêqalîte" ye û dibe sedama "hewaya qirêj" û ji bo bajêr bêhnê bistîne, xwest dawî li belavkirina komirê bê.

ABORÎ

*Hikûmet û Serokomar ji bo welatî dolarên xwe hûr bikin serî li rêbazên balkêş didin. Serokomar û hikûmet bi rêya otobusên nav bajêr ên Enqereyê nivîsa "Kî 100 dolarên hûr bike û fatûreya wê bîne, dê belaş li otobûsê siwar bibe" dixwaze welatî dolarên xwe hûr bikin.