ROJANE
*Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Parêzer Eren Keskîn, binpêkirinên mafan ên di ser dema OHAL'ê û yên salên 90'î berawirdî hev kir û diyar kir ku, berê her çiqas wan nedieciband jî mekanîzmeke huqûqê ya serlêdanê hebû, lê îro ev mekanîzma jî ji dest wan hatiye girtin. Keskîn got, huqûqa navnetewî hatiye binpêkirin û dest nîşan kir ku, dozger û dadwerên nû hatine tayînkirin, hay ji Peymana Stenbolê û PMME'yê tune ne.
*Qeymeqamê navçeyê Hamdî Bîlge Aktaş ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, rayeya meclîsa şaredariyê bin pê kir. Akdeniz Belediyesi’ne kayyumun olarak atanan ilçe kaymakamı Hamdi Bilge Aktaş, işbaşı yapar yapmaz belediye meclisini yetkisiz kıldı.
*Xakên azadkirî yên Reqayê, hemêza xwe ji zarok, jin û heywanan re vedike. Ciwan, extiyar, şervanên ji her neteweyê, dibin şahidê xweşî û heza traş û kêşana cixareyê.
*Neşe Delîbaş a hevjînê wê bi KHK'ê ji peywirê hat îxrackirin, ji bo piştevaniya hevjînê xwe bike û çoknedanîna xwe nîşan bidin, dikana nanê sêlê vekiriye û wiha dibêje: "Em ê muhtacî tu kesî nebin."
*Ayşe Işik a "Bi lingên xwe, xwe li jiyanê digire", bi wêneyên ku bi lingên xwe çêkiriye pêşangehek vekir û ji bo hevalên xwe yî berasteng jî ev pêşniyarî kir: "Ji bo serketinê, hewldan divê."
*Malbata Ûyar a ji ber erdhejê mala wan zêde texrîb bûbû û ev 5 sal e ji neçarî di heman malê de dijiyan, niha jî di sar û seqemê de, di konteynerê de dijî.
*Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, li jinên girtî îşkence hatiye kirin. Malbatan diyar kir ku, bi porê jinên girtî hatiye girtin û ew bi erdê ve kişandine û porê wan ji kokê ve hatiye hilqitandin. Malbatan bang li rêxistinên demokratîk û dozgeriya girtîgehê kir, da îdaiyên îşkenceyê lêkolîn bikin.
*Wê HDP û DBP'a Bajêr a Wanê, têkildarî girtina bijarteyan û êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê, li avahiya DBP'a bajêr daxuyaniyê bidin. (12.00)
*Wê rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, a ji ber axaftineke wê yî li Mêrsînê lê hatibû vekirin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê bê dîtin. (11.00)
POLÎTÎKA
*Hevserokê Pen a Kurd Osman Ozçelîk niqaşên têkildarî yekitiya netewî şîrove kir û diyar kir ku, dewletên dagirker naxwazin yekitiya kurdan pêk bê û got, heke gelê kurd yekitiya xwe ava bike, wê desthilatdariya dewletên dagirker hilweşe. Ozçelîk dest nîşan kir ku, di milê yekitiya netewî de rol û mîsyona herî girin dikeve ser milê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û wiha got: “Heke Barzanî rola xwe ya dîrokî nelîze, wê dîrok wan tewanbar bike.”
JIN
*Jinên ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Jinê ya Navnetewî de çalakî li dar xistin, ji ber dirûşmeya "Tayyîp bireve, jin tên", bi tawanbariya "Heqareta li Serkomar" der barê wan de lêpirsîn hat vekirin.
*Li navenda Agiriyê tekane esnafa jina Mulkiye Çabûk li ser inyada enafên mêr ên ku dikevin îdiayê û dibêjin "Wê kengî xewliyê bavêje?" pesnekirina xwe wiha vegot: "Em jin in, li her qadên civakê, jiyanê hebûn û em ê hebin."
EKOLOJÎ
*Bajarê qedîm û dîrokî Heskîfa ku dixwazin bi Projeya Ilisûyê wêran bikin, niha jî peywîrdarên ewlehiya taybet û rayedarên dewletê li gorî dilê xwe serdêran berdidin cihê ku ji çûyîna gel û turîstan re hatiye qedexekirin. Ev yek jî dide xuyakirin ku, ev cihên dîrokî ji alîgiran re serbest e û ji gel re qedexe ye.
ÇAND Û HUNER
*Li Stenbolê komeke meraqdarê wêneyan ên li ser medyaya civakî têkilî bi hev re danîn, di dawiya her hefteyê de carinan bi beşdarbûyîna hin kesên xwedî tecrûbe geşatan li dar dixin û hin nuansên wênekêşiyê hîn dibin.