ROJANE
*Çayxaneya Kobaniyê ya 6 sal in li Sûrê vekiriye, polîsan bi gefxwarin û şantajan tabelaya çayxaneyê daxist.
*Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan diyar kir ku her roj li Tirkiye yê bi dehan ciwan jiyana xwe ji dest didin, eger dewlet bixwaze xwînê rawestîne divê deriyê Îmralî veke.
*Hasreta Welata YPJ'yî ya di operasyona Reqayê de cih digire wiha got: "Me çawa li Kobaniyê DAIŞ'ê têk bir, em li Reqayê jî têk bibin."
*Serhat Encu yê ji bo xercaneyê ji birayê xwe yê zanîngehê Ferhat Encu re bişîne dema çû "qaçaxçîtî"yê jiyana xwe ji dest da, birayê wî Ferhat Encu jî li ser vê ji bo kiryarên birayê wî derbikevin holê berê xwe dabû Meclîsê. Piştî Ferhat Encu hat girtin, li gundê wan careke din hêviyên edaletê hatin çilmisandin. Dayika wan Halîme Encu ya li dijî vê rewşê bibertek e wiha got: "Serhat kuştin, Ferhat jî girtin."
*Li Gundê Roboskiyê yê bi balafirên şerî 34 ciwan lê hatin qetilkirin, 5 sal e tu dawet nehatine lidarxistin. Ji wê rojê heta niha, bûkên ku hine li destê xwe nekirine û bûkantî li xwe nekirine, bi cil û bergên reş ji mala bavê veqetiyan.
*Li navçeya Geverê ku zivistan bi hemû zehmetiya xwe bandora xwe nîşan dide malbata Akinê, wek gelek malbatan goma heywanên xwe veguherandiye cihê hêwirandinê û tê de dijîn. Malbat serşoka xwe hem wek cihê serşûştinê, hem jî wek mitbaxê bi kar tîne.
*Parlementera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan têkildarî Girtîgeha Sîlîvriyê pêşniyaznameyeke pirsî dabû, lê piştî mehan bersiva pirsa Aydoganê ya niha li heman girtîgehê tê ragirtin hat dayîn.
*Malbata Abdulmecîd a 4 sal berê ji ber şer ji neçarî ji Qamişloya Rojavayê koç kir, zarokê wan î bi navê Muhammed (8), ji ber nexweşîneke xwe yî ji dema welidînê wek mirovên extiyar dixuyê. Muhammedê ku ji ber nexweşîna xwe tim biçûk tê xistin û tedawiya wî nayê kirin, ji bo tedawiyê li benda alîkariyê ye.
*Şaban Kaya û hevjîna wî Asya Kaya ji ber rêyên bi hinceta "ewlehiyê" hatine girtin, 7 meh e li dibistana mezrikê dimînin. Her du hevjîn her biharê diçin Mezrika Orîte ya girêdayî Gundê Kotranîsê û di payîzê de vedigerin. Şaban û Asya Kaya yên îsal çûn mezrikê, hîn jî venegeriyane.
*Li navçeya Geverê ya zivistan bi dijwarî derbas dibe, malbata Akin wek gelek malbatan Geverê piştî xaniyê wan xera bû li goma pezê xwe bi cih bûn û gom ji bo xwe kirin stargeh. Malbat hemû pêdiviyên jiyanê li vir pêk tînin.
*Dayika aktîvîsta Komeleya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin. Xebatkarê Şaredariya Bajarokê Dêrgulê Mehmet Durak jî ji ber ku di sala 2011'an di facebook'a parvekirinek ecibandiye "heqaret li serokwezîr kiriye" hat girtin.
* Şahidê şerê li Şirnexê T.D. ku 8 mehan tevî zarokên xwe ji Şirnexê derneket diyar kir ku ciwanên di şer de jiyana xwe ji dest dan li nexweşxaneyê îşkence li bedena wan hat kirin û çavên wan hatin derxistin.
* Şaxa ÎHD'a Amedê û xizmên windayan, têkildarî windayên ku di binçavan de, bi kiryarên nediyar û bi înfazên bêdaraz hatine windakirin, dê li avahiya ÎHD'ê daxuyaniyê bidin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê bi dirûşmeya "Kiryar diyar in, winda li ku ne?" di hefteya 613'emîn de dê li Qada Galatasarayê bên gel hev. (12.00)
* Şaxa ÎHD'a Îzmîrê ji bo balê bikêşe ser rewşa girtiyên nexweş, wê li ber Banka Sumerê ya kevn a Konakê daxuyaniya çapemeniyê bide. (13:00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê çalakiya 248'emîn "Rûniştina F"yê ku balê dikêşe ser rewşa girtiyên nexweş, li Qada Galatasarayê li dar bixin. (13.30)
POLÎTÎKA
*Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya anî ziman ku, ji bombeyên li welat diteqin ne HDP, yên rêya aşitiyê girtine berpirsiyar in.
JÎNGEHA KEDÊ
*Erkan Çabûk ê 16 sal e li Îzmîrê hilberîna baxlemeyê dike got, li Tirkiyeyê pîşeya çêkirina baxlemeyê di nav wan pîşeyên li ber windabûnê de ye û êdî bi çavê xeratan li wan tê nihêrîn.
ÇAND Û HUNER
*Mîhrîcana Fîlm Amedê ya bi pêşengiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn hat organîzekirin, di roja sêyemîn de didome.