ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2016'AN

ROJAN

*Naveroka metna qanûna bingehîn a nû ya ku bi hevkariya AK Partî û MHP'ê pêşkêşî Binkomîsyona Meclîsê hat kirin, hişyariyên Abdûllah Ocalan ên di pirtûka "Nexşeya Rê" de, bi bîr xistin. Ocalan, di pirtûka xwe de gotibû; ancax qanûneke bingehîn a li ser esasên maf û azadiyên şexsî û civakiyî, dikare bi awayekî rasteqîne xwe bigihîne sazbarî û ewlahiya wesfa Komarê ya demokratîk, civakî, laîk û huqûqî.

*Xebatkara Radyo Sesê Fatma Olmez a di çarçoveya operasyonên li Mêrsînê hat lidarxistin de hat girtin, hat îdiakirin ku beşdarî çalakiyên ku wek rojnameger dişopand bûye. Dadgehê mîkrofon û berguhka di dest Olmez de delîlên "endamtiya rêxistinê" hesibandin.

*Ozlem Çevîren a ji Dêrika Mêrdînê ye, li Şirnexa ku wek bajarê xwe yî duyemîn pênase dike got, niha ji wê dirûngeha ku bi keda 2 salan vekiribû tu şop nemaye. Çevîren diyar kir ku, dema ew li bajêr dinihêre ji bilî gumleteke enqazê tu tiştî nabîne û wiha got: "Tu dibînî, lê qebûl nakî. Keda mirovan serobino bûye."

*Felek Encu ya ku dema bavê wê ji bo îdaniyê ji wan re bikire çû wî aliyê sînor û jiyana xwe ji dest da, piştî salan kurê wê jî dema ji bo xercaneya xwe yî sersalê ber bi sînor ve diçe, li heman cihî jiyana xwe ji dest dide.

*Niştecihên Gundê Mîrzecanê yên pêdiviya xwe yî ava vexwarinê ji tekane kaniya gund bi cih tînin, avê bi meterayan li ser pişta keran an jî bi erebokên destan dikişînin malên xwe. Li gundê ku nêzî 2 hezar kes lê dijî, zivistanê pirsgirêka avê ji bo wan vediguhere çîleyê.

* Xebatkarên YOL TV, bi armanca girtina televîzyonê şermezar bikin dê li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)

POLÎTÎKA

*Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, êrîşên li dijî siyaseta kurd wek "êrîşên li dijî destkeftiyên gelê kurd" nirxand. Baydemîr got, fatûreya OHAL'ê jî li kurdan hatiye birîn û dest nîşan kir ku, Tirkiye di serdema xwe yî herî tarî re derbas dibe, xelasbûna ji van rojan bi ruhê çareseriya 2013'an pêkan e û got, divê demildest dûman ber bi çareseriyê ve bê zîvirandin.

ÇAND Û HUNER

*Hunermend Xalit Tarî diyar kir ku, vegera xaka xwe ji bo hunera hunermend girîng e û dest nîşan kir ku, hunermend ji kevneşopiya xwe dûr ketine û wiha got: "Divê hunermend vegerin xwemaliya xwe."

JÎNGEHA KEDÊ

*Li Xozata Dersimê, Elmas Kahraman a ku li ser dezgehekî hekîbe, şilte, kirlent, tayik, xişrikên dîwaran û çenteyên pişta ên bi rêbazeke kevneşopiyî çêdike bi cih kiriye, bi vî awayî hem li hevjînê xwe yî nexweş, hem jî li zarokên dinihêre û dbara xwe dike.