ROJANE
* Rojnameger Îbrahîm Gezicî, der barê "Deklerasyona Moskova" ya di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de hat îmzekirin nirxand û diyar kir ku ev deklerasyon Komara Ereb bêzir diperçimîne û li dijî federasyonê. Gezîcî, diyar kir ku êdî ne Rûsya û ne jî DYA bi mutefîkê xwe Tirkiye bawer nabe.
* Li gundê Kerwasê ya Lice di dema qedexeya derketina kolanan a 20'ê Hezîran- 3 Tîrmehê de welatiyê bi navê Mehmet Şirin Kocakaya ji aliyê leşker û tîmen taybet ve hat kuştin. Piştî bûyerê Dozgerê Komarê yê Amedê der barê 3 jê bira, 28 gundiyan de doz vekir. Dozger, ji bo her kesekî 32 sal cezayê girtîgehê xwest.
* Hunermendên kurd têkildarî yekîtiya kurd bang li gelê kurd kirin ku di bin baneyekî de bibin yek û vê firsenda sedsalê ji destê xwe nerevînin.
* Dayikên Roboskê yên ku bedenên zarokên xwe yên parçekirî spartin axê, bi tiştên wan ên mayî ve sebra xwe tînin. Hinek ji wan nivîsên wan ên dawî, hinek jî bêhna ji atletê wan dikişînin hundirê xwe.
* Berdevkê Demî yê Platforma Elewiyên Edeneyê Şukru Şahîn ê li Edeneyê têkîldarî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî gundên elewiyên ereb lêkolîn kir diyar kir ku der barê hişyariya êrîşê de rewşekî fiîlî tuneye û wiha axivî: "Gundiyan gotin 'me li vir kesên ku îstixbaratê kom bike nedît û nebîhist. Me tiştekî bi vî rengî jiyan nekiriye lê em niha ditirsin' "
* Şervanên tabura enternasyonalîst a ku di riya rizgarkirina Reqayê de yek ji hêzên diyarker e diyar kirin ku Şoreşa Rojava ji bo welatên rojavayî di warê guhertina civakê de tovên hêviyê ji nû ve şîn dike û gotina "Divê ev hêvî bê xurtkirin" bi kar anîn.
* Dayikên li gundên di operasyona Reqayê de hatin rizgarkirin diyar kirin ku DAIŞ êdî nikare ji zarokên wan şervan û bombekarên zindî berhev bikin ji ber vê yekê kêfxweş in.
* Xwînere Kovara Kaldiraç Alî Fuat Eroglu, di 16'ê kanûnê de li metroya Konaka Îzmirê hat binçavkirin û bi îdîaya "Li ser navê rêxistinê sûc kiriye" hat girtin. Hat zanîn ku Eroglu bi hinceta afîşa bîranina Alî Serkan Eroglu yê di sala 1997'an de hat kuştin û hêj kujer nehatiye ronîkirin, li ser wî hatiye dîtin hat girtin.
* Der banê Hevserokê SES'ê yê Amedê Bedîrhan Çetînkaya yê ku hate girtin de ji ber xebatên wî yên sendîkayê yên tevlîbûna meş û daxuyaniyan bi daxwaza 20 sal ceza doz hat vekirin. Çetinkaya ji bo ku zeviya xwe ji şîrekta neftê ya fransî biparêze xendek kolabû, ligel ku wê demê li tu derê xendek tunebû jî bi îdiaya piştgirî daye xendekan doz lê hat vekirin.
* Kongreya Demokratik a Gelan (HDK), bi şiara Em dawî li OHAL'e binîn û bi armanca danasîna kampanyayê bike dê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dawuyaiye bide. (11.30)
* Nobeta Azadiyê ya ji bo rojnaemgerên Rojnameya Ozgur Gundeme lê li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê bidome. (16.00)
POLÎTÎKA
* Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu têkildarî rewşa Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku dadgerên niha li şûna li gorî hiqûqê biryarê bidin, li gorî daxwazên hikûmetê biryarê didin. Tanrikulu, diyar kir ku ew û hikûmet berpirsiyarê jiyana Turk in.
JINGEHA KEDE
* Tevnên destan ên bi huner û kedek mezin li navçeya Buldan a Denîzliyê bi sedsalan in tên ristin, yek bi yek winda dibe. Osteyê tevnê Îsmet Boyaci, diyar kir ku piştî teknolojî pêş ket, kargeriyên ristina hûnandina tevnan îro yek bi yek tên guhertin û wekî depo tên bikar anîn.