ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2016'AN

ROJANE

* Sala 2016'an a bi qedexeya derketinên derve û pevçûnên dijwar dest pê kir, bi her awayî bû sala binpêkirinên her cure mafan. 2016 di serî de bajarên hatin rûxandin, şideta giran a dewletê, înfazên bêdaraz, cinayetên karî wek saleke ku her cure binpêkirina mafê jiyanê, azadiya îfade û çapemeniyê, azadiya civîn û xwepêşandanan pêk hatin derbasî dîrokê bû. 2016, bandorên derbeyekê û qanûnên OHAL'ê û bi hezaran binpêkirinên mafan dewrî 2017'an kir.

* Bi pêşengiya DÎTAM’ê li heremê 52 rêxistinên civakî yên sivîl û gelek şexsiyet û ronakbîr “Tora Aştiya Civakî” ya pêk anîn û boneya dawî li şer bê û alî careke din bên cem hev deklarasyonekbi bi raya giştî re parve kiribû. Alîkarê Serokê DÎTAM’ê û berdevkê Tora Aştiya Civakî Mehmet Vûral diyar kir ku, armanca wan ew e ku di navbera heremê û Rojavayê Tirkiyê de pira çareseriyê ava bikin û wiha got : “Pêwîst e demildest şer bê rawestandin û alî bên cem hev û biaxivin.”

* Li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê ya ku bi OHAL'ê re binpêkirina mafan lê zêde bû hat zanîn ku, girtî rastî şideta fîzîkî û devkî ya gardiyanan hatine.

* Xwendekara Beşa Matematîkê ya Pola 1'emîn a Zanîngeha Sitki Koçman a Mûglayê Evîn Aslan, ji ber dîroka rojbûyîna xwe ev 7 meh e bi îdiaya "Endamê rêxistinê" li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tê ragirtin.

* Jinên grtî yên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimînin, pêkûtî û çewsandinên rastî wan tên bi rêya nameyên şandin vegotin. Jinan got, li hemû girtiyên nû tên lêgerîna tazî tê ferzkirin.
* Li navçeya Geverê pirsgirêka ceyranê ku bi sala ye berdewam dike, bi hatina zivistanê re ev pirsgirêk zêdetir bû. Berberê bi navê Orhan Altun ê ku ji ber ceyrana her 5 deqîqeyê careke diçe û tê, ji neçarî li ber ronahiya telefonê muşteriyên xwe traş dike bertek nîşanî vê rewşê da.

* Li Bodrûmê, welatiyan maleke terkkirî û wêran selihandin û ji bo zarokan veguherandin pirtûkxaneyê. Her wiha welatiyên ji bo pirtûkxaneyê li ser civaka medyayî kampanya dan destpêkirin, di demeke kurt de zêdeyî 4 hezar pirtûk berhevkirin.

* Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya NAvneteweyî (IOM) li Sûriyeyê piştî ku şerênavxweyî dest pê kir heta niha 342 kesên ku bi hêviyan hatine Bodrumê û xwestine biçin Ewropayê, bêyî xwe bigihîjin Ewropayê li Deryaya Egeyê xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan. Li Bodrumê bi hezaran penaber têkoşîna jiyanê didin û Komeleya Jiyana Mirovane ya li Bodrumê hatiye avakirin piştevaniyê dide penaberan.

* Doza 40 kesên ku di nav de nûçegihanê DÎHA'ya hat girtin Mazlum Dolan jî heye û li navçeya Sûrê ya Amedê 104 roj ji ber pevçûnan asê man dê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (09.30)

* Doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dê li 43'yemîn DAdgeha Cezaya Asliyeyê ya Stenbolê bê dîtin. (10.00)

* Doza nivîskar Necmiya Alpay û Asli Erdogan û rojnameger Înan Kizilkaya û Zana Kaya ya rojnameya Ozgur Gundemê dê li 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)

JIN

* Ji hosteyên tekstîlê yên Elbîstanê Sûltan Çîftçî wiha got: "Bi qezenckirinên ji vî karî ez pêdiviyên xwe bi cih tînim. Min dikan, mal û wesayît kirî. Bçyî xebatê tu niakrî qezenc bikî, xebitim û min qezenc kir. Ji ber min bi xw eqezenc kiriye, li gor dilê xwe xerc dikim. Ne li gor hevjînê xwe, li gor xwe dijîm."

* Li mezrika Înanoz a girêdayî Gundê Kufriyê yê Çinarê ye, karkera demsalî Meral Tokûr a 19 salî întihar kir. Li navçeyê tişta balê dikêş e ew e ku, di salekê de 4 jinan întihar kir.

ÇAND Û HUNER

* Aysûn Kaya ya ku qet neçûye dibistanê, piştî çû qursê hînê wêneçêkirinê bû. Kaya ya ku ev 4 sal e bi boyaxa neftî tabloyan çêdike, piştî Mala Gel a Mûsa Enter ji aliyê qeyûm ve hat girtin wêneyan çênake.

ABORÎ

* Yek ji navendên aboriya Stenbolê ya girîng jî ÎSTOÇ e. Ji ber pêldariya aboriya Tirkiyeyê, esnafên ÎSTOÇ'ê rastî rojên zor û zehmet tên. Esnafên ku westdariya aboriyê şibandin nepoxê û anîn ziman ku li ber teqandinê ye wiha axivîn: "Helbet em li benda rûxandinekê ne, ber bi hundur ve rûxandinek heye. Ji bo mirov vê nebîne, divê ehmeq be."

* Cotkarên edeneyî diyar kirin ku, heke bêîstikrariya aborî ya li Tirkiyeyê bidome, ew ê li nav zeviyên xwe nikaribin karê çandiniyê bikin û gotin, ew li ber îflasê ne.

EKOLOJÎ

* Li Dersimê sewalên ku pîroz tên hesibandin di bin navê neçirvaniya qeçax an jî qanûnî de tên qetilkirin. Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya MUnzurê Haydar Çetînkaya diyar kir ku di demên dawî de li gelek deveran sewal tên qetilkirin, ew li dijî tunekirina jiyana kovî ne banga xwedîlêderketina gel ji bo pîrozên herêmê kir.