ROJANE
* Şaredariya Şahînbeyê malbata Endamê YPG'ê Harûn Sungur ji mala şînê derxistin. Xizmê Sungur Teyfîk Yalçin diyar kir ku, wan her tim ji bo şînê serlêdan pêk dianî, destpêkê mifte dane wan, lê piştî 2 saetan ew ji cihê şînê derxistine.
* Der barê Hevşaredarê Şaredariya Peyasê Mehmet Alî Aydin ê piştî hat girtin û ji peywirê hat dûrxistin de, ji ber "Di nav KCD'ê de wek rêveber cih girtiye" û ji ber daxuyanî û meşên ku bi piranî di dema pêvajoya çareseriyê de beşdarî wan bûye, bi daxwaza 17 sal û nîvan cezayê girtîgehê doz lê hat vekirin.
* Li Nisêbînê, rûxandina li taxên Zeynelabîdîn û Kişlayê dest pê kirin, li taxên Abdûlkadîrpaşa, Firat, DÎcle û Yenîşehîrê didome. Welatiyên ku malaên wan li van herêma ne jî, pirsgirêka wan î hêwirandinê didome.
* Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê û îlana OHAL'ê di serî de li bajarê Kurdistanê binpêkirina mafan qat bi qat zêde bû. Bi îlana OHAL'ê re zêdeyî 100 hezar kes hatin binçavkirin û jê 40 hezar kes hatin girtin. Di vê pêvajoyê de 374 komele hatin girtin û 276 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Li girtîgehan binpêkirina mafan duqat zêde bû û kesên hatin binçavkirin heta 30 rojan di bin çavan de man û rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hatin.
* Li Tarsûsê, ji 15 HDP'iyên hatin girtin Mûzaffer Guzeler (62) li gel di asta herî jorîn de nexweşê KOAH'ê, astim û tansiyonê ye, Faîk Altûn (65) jî li gel pûla dilî diguhezîne bi hinceta "guman e birevin" hatin girtin. Malbat û Şaxa ÎHD'a Tarsûsê gotin, girtina Guzeler û Altûn tê wateya terkkirina mirinê.
* Hazal Saçan ev 23 sal e ji hevjînê xwe, Resûl Saçan ê dema ji akr derket û careke din û careke din venegeriya malê, agahî wernagire. Saçan dema hevjînê wê windabû kurê wê yek salî bû û wê ji neçarî heta 8 saliyê ji kurê xwe re gotiye, "Bavê te li leşkeriyê ye" û bi vî awyaî wî xapandiye. Saçan a navê hevjînê xwe li neviyê xwe kir wiha got: "Heke hatibe kuştin jî, ez hetsiyên wî dixwazim."
* Jin û zarokên, tim li ber ronahiyên trafîkê, firin, aşpêj an jî mexazeyên mezin rûdinên; nabên zivistan, berf, baran û serma ye, heta derengê şevê parsê dikin.
* Li Denîzliyê, Malên Buldanê yên ku temenê wan di navbera 150-200 salan de ne û ji aliyê Lijneya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî ya Hejmar 2 ya Îzmîrê ve wekî qada "sîtê" hatiye îlankirin ji ber xemsariyê xira bûn.
* Sendîkala Rojnamegerên Tirkiyeyê, Basin-Îş a DÎSK'ê û Komeleya Rojnamegerên hemdem dê ji bo rojnameger Tunca Ogreten, Mahîr Kanat, Omer Çelîk, Eray Sargin, Metîn Yoksu û Derya Okatan li Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê civîna capemeniyê li dar bixin. (11.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê dê ji Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenterên girtî re kartên sersalê bişînin. (13.00)
* Yol TV a ku weşana wî hat rawestandin dê ji bo şermezarkirina qedexeya weşanê li ber Lîseya Galatasarayê çalakî li dar bixe. (19.00)
POLÎTÎKA
* Di sala 2016’an de bi konsepta şer a hikûmeta AKP’ê re DBP ya ku siyaseta demokratîk li heremê dimeşîne bû hedefa êrîşên qirkirina siyasî. Di salekê de Hevseroka DBP’ê ya Giştî Sebahat Tuncel jî di nav de bi hezaran rêveber û endamên partiyê hatin girtin, 51 şaredariyên DBP’î bi riya qeyumê hatin desteserkirin û 71 hevşaredar jî hatin girtin.
* Dîrokzanên kurd Sebahattîn Kayhan şert û mercên pêkanîna Kongreya Netewî ya Kurd nirxandin û diyar kir ku, di dîrokê de kurd hatine gel hev û anî ziman ku, di vê serdemê de jî ew tu astengiyê li pêşberî pêkanîna Kongreya Netewî ya Kurd nabîne.
JIN
* Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Fatma Gul pêkûtî û çewisandinên salekê yên li dijî jinan nirxand û dest nîşan kir ku, li dijî dewleta mêrî, heqîqeta herî zêde têdikoşe jin bi xwe ye û wiha got: "Di dîrokê de, di ser jina re her polîtîkaya tunekirina vê heqîqetê hatiye meşandin."
*Li Denîzliyê, di sibeha 25’ê kanûnê de li nav kolanê Erol Dîkmen jineke ciwan a xwendekara zanîngehê tacîz kiribû. Polîsên Navenda Polîsan a Kinikliya Denîzliyê ên piştî îfadedayînê Dîkmen berdan, vê carê bi paş ve gav avêtin û Dîkmen sewqî dadgehê kirin.
* Xande Evdilkadir a 80 salî ya Kobanê diyar kir ku êşên dayika wê ji bo wê, êşên wê jî ji bo keça wê mîrate maye û hestên xwe bi helbest û gotaran ve vedibêje.
ÇAND Û HUNER
* Li navçeya Heskîfê ya ku wek dergûşa mirovahî û dîrokê tê nasîn, Dêra Mor Aho ya Suryaniyan ku 1500 salî ye bi tunebûnê re rû bi rû maye. Ev dêr wek navenda zanista wê demê tê zanîn. Her çiqas ji ber bêxwedîbûnê hin aliyên dêrê hilweşiya bin jî û hîn jî li ser piya be û li ber xwe bide jî, lê xatir ji mirovahiyê dixwaze.
JÎNGEHA KEDÊ
* Li Gundê Biyadirê yê Çelê, jin ji dêvla her roj nanê tenûrê bipihêtin û di bin duxanê de bimînin, heftê çend rojan tên gel hev û li gor pêdiviya xwe nan dipihêtin.