* Esnafên ku penêrên bi giha difiroşin bi gotina "wekî dibêjin penêr mîna nan û avê tê firotin, di van rojan de wisa nayê firotin" rewşa xwe ya heyî anîn ziman û gotin ku ew li ber îflasê ne.
* Welatiyê bi navê Haci Îsa Sezek ê 80 salî ku polîsan bi ser mala wî de girtin 23 roj in di bin çavan de ye. Rewşa tenduristiya Sezek ê ku îsal reviyê wî yê 12 salî ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, kurek û 2 neviyên wî hatin girtin hate hînbûn ku nebaş e.
* Di dosyaya zaroka 11 salî ya li Çinarê ji ber îstîsmara zayendî ducanî mabû û zarok anîbû de G.'ê ji ber ku gotibû bûyer li Sêwasê qewimiye biryara bêrayebûnê hat dayîn û dosya şandin Sêwasê. Parêzerên ÎHD'ê dê îtirazî biryarê bikin.
* Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Ozgur Gundem a hate girtin Zana Kaya dê li 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadgehê. (10.00)
POLÎTÎKA
* Endamê Komîteya Rêveber a PKK ê Murat Karayılan, êrîşa di saetên destpêka sala 2017'an de li Navenda Şahiyê ya Reîna ya Beşîktaş a Stenbolê pêk hat şermezar kir. Karayilan diyar kir ku tu têkiliya hêzên Kurd û Kurdistanî bi êrîşê re tune û ev planek e.
EKOLOJÎ
* Li Îzmîrê ji ber komira bê qalîte tê şewitandin tenduristiya welatiyan di bin xeterê de ye. Ekolojîst Ertugrul Barka, diyar kir ku ji ber balaxaneyên li Îzmîrê hewa qirêj li ser bajar kom dibe û xest dest ji sotemeniya komira qirêj berdin.
ABORÎ
* Esnafên li 1'emîn Herêma Pîşesaziyê ya Halkpinarê ya Îzmîrê ji ber qeyrana aborî dikanên xwe digirin. Esnafên ku hemû malê xwe li ser dolaran distînin ji ber buhabûna dolaran êdî nikarin alav û amûran bistînin û îflas dikin.
JÎNGEHA KEDÊ
* Aysun Kaya ya ku li atolyeya bavê xwe ya beriya 18 salan li beşekî mala wan vekir 15 sal in secadeyan çêdike hem pîşeya bavê xwe didomîne hem jî debara mala xwe dike.