ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2017'AN

ROJANE

*Di warê yekîtiya kurdan de pêşemgên qenaetî bang kirin û dest nîşan kirin ku, bi lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd wê serketin bi dest bikeve.

*Taxa Fîskayayê ya ji aliyê kesên piştî şewitandina gundan koçî wê kirin û hat çêkirin, li gel daneheviya xwe yî polîtîk, bi dewlemendiya xwe yî çandî û piştevaniyê jî derdikeve pêş. Niştecihên taxê yên li biniya sûran û xwedî dîmena Çemê Dîcleyê ne, van rojan bi fikare ne ku di bin navê "îstîmlaqkirinê" de malên wan bên rûxandin.

*Jinên êlihî yên li dijî şert û mercên girtîgehê yên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan derketin, banga muzakeriyê kirin û wiha dest nîşan kirin: "Ji bo êdî pitika di qimatkê de ya tu kesî bê xwedî nemîne, divê demildest hevdîtin bi Ocalan re pêk bên. Çareserî di azadiya Ocaln û yekîtiya kurda de ye."

*Li rêyên Reqayê yên bi mudaxileya QSD'ê hatin vekirin, dar tên çikandin. Reqayî wiha dibêjin: "QSD hat. Li me û jiyana me reng tên vedan. Niha jî em hawirdora xwe rengîn dikin. Em li seranserê xeta hatiye rizgarkirin daran biçikînin."

*Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çîçek der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Egeyê de agahiyên girîng parvekirin. Çîçek, anî ziman ku bi îlana OHAL'ê re girtîgeh bûne malên mirinê û wiha got: "Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş li ber mirinê ne. Lê mixabin hemû cemawerî û dewlet temaşe dikin.

*Hat îdiakirin ku kesên di çarçoevya operasyonên li dijî HDP'ê de hatin girtin û li Girtîgeha Mêrsînê tên ragirtin, hatine derbkirin û bi darê zorê porê wan hatiye kurkirin. Di rapora têkildarî Girtîgeha Tîpa C a Jinan a Tarsûsê ya ji aliyê ÎHD'ê ve hat amadekirin de jî, hat diyarkirin ku, ji avgermkirinê û xwe germkirinê êzingek tenê tê dayîn.

*Gulîzar Ateş a li Gerînendetiya SGK'a Kocaeliyê dixebitî, madeyên 137 û 138'emîn ên qanûna 657'an wek hincet hatin nîşandan û ji kar hat dûrxistin. Ateş got, ew nizane bi çi tê tawanbarkirin û wiha dest nîşan kir: "Dûrxistina ji kar nayê wateya ku ez netêkoşim."

*Serokê Odeya Qesaban a Edeneyê Sarûhan Yagmûr diyar kir ku, ji ber şert û mercên fîzîkî Çarşiya Qesaban talûkeyeke mezin dide der û wiha bertek nîşanî şaredariyên sozê xwe bi cih neanîn da: "Şaredarîvanî tenê ne berhevkirina 3 çopan û rijandina asfaltê ye."

* Serokê berê yê MAZLUMDER'ê Omer Faruk Gergerlîoglu têkîldarî êrîşa li dijî Reinayê bal kişand li ser daxuyaniyên ku ji aliyê rayedarên dewletê kir û anî ziman ku li Tirkiyeyê meyla DAIŞ'bûnê pir xurt e. Gergerlîoglu got ku fetwayên ku li ser navê ol ji aliyê Diyanetê tên dayîn li şûna îfadeyên binezaketî îfadeyên ku cudakariyê dikişkişîne tê bikaranîn.

* Rêxistinên ked û pîşeyê yên Stenbolê dê ji bo şermezarkirina qatlîama Reinayê meşê li dar bixin, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan (TÎHV) jî dê li ber Reinayê daxuyaniyê bidin. (12.00-18.00)

* Alîkarê Hevşaredarên Dersimê Huseyîn Tunç ê ku ji aliyê qeyûm ve ji peywir hat girtin dê têkîldarî mijarê li avahiya Egîtîm Sen'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)

* Rêxistina DBP'ê yê Peyasa Amedê tê ji bo siyasetmederên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên ku li Sîlopiyê di 4'ê Çileya 2016'an de hatin kuştin merasîma bîranînê bê lidarxistin. (13.00)

POLÎTÎKA

*Nivîskar û rojnamegerê polonyayî Rafal Grzenîa yê pirtûka "Şoreşa Sûriyeyê" nivîsand dest nîşan kir ku, li Babê leşkerên tirk wek piyon tên bikaranîn û wiha got: "Wê Tirkiye neçar bimîne ku ji Babê vekişe. Wê li Sûriyeyê Esed bimîne û wê Federasyona Sûriyeya Bakur bê naskirin."

* Endama Meclîsa Jinê ya DBP'ê Fîkriye Aytîn an ku êrîşên li hemberî sîstema hevserokatiyê ya ji bo jinên kurd destkeftiyekî mezin e nirxand diyar kir ku armanca hevserokatiyê bi du çavan li cihanê nêrîn e û wiha got: "Wekheviyê, temsîliyeta jinê ya wekhev, hevre jiyanê, demokrasiyê heta ku bînin vî welatî em ê têkoşîna vê yekê bidomînin."

* Dîroknas û nivîskar Erdogan Aydin, gotina Serokomar Erdogan a 'Ger ku em rawestin, em dê xwe di şertê Sevrê de bibînin' bibîr xist û wiha got: "Çareserî komara demokratîk, azadîparêz û laîk e. Ji bilî vê rêyê hemû rê diçin sewrê."

* Komcivînên partiyan dê li Meclîsê bê lidarxistin.

JIN

*Berdevka atolyeya duyemîn a Jîneolojiyê Maîle Ariç diyar kir ku, Jîneolojî tenê ne ji bo jinê, ji bo rizgariya civakê jî gaveke girîng e û bang jina kir, da beşdarî atolyeyê bibin.

*Nûnerên rêxistinên jinan ên li dijî girtina malên strandinê yên girêdayî Navenda Jiyanê ya Jinê ya Rojînê yên ji aliyê qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin ve pêk hat, bertek nîşan dan. Nûneran Şehrîban Dînç a çend roj berê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin bi bîr xist û wiha gotin: "Li vî bajarê wek Şehrîbanê bi dehan jin hene."

JÎNGEHA KEDÊ

*Li atolyeya ji her derê wê bêhna daran tê, Ovunç Pehlîvan ji daran pirtûkxane, tabûre, gerdanî, guhar, xişr û zînet, metereyên darînî, neynik, saet û hwd. çêdike, wan hem bi motîfên çanda herêmî hem jî bi yên cuda dixemilîne.

*Ciwanê tevî malbatna xwe ji Pirsusê koçî Dîlokê kirîn Mihemed Hanbulut ê 19 salî, di dikanek biçûk de bi karê neqişandinê debara malbata xwe dike û jiyana malbatê bi neqişandinê debar dike.

*Terziyê 60 salî Necmetîn Çelîk 50 salin bi heman meqes û gustîla karê terzîtiyê dike. Çelîk diyar kir ku eger rojekê dest ji terzîtiyê berde jî dê dest ji meqes û gustîlê bernede.

ABORÎ

*Bi zêdebûna kûra dovîzî ango dolaran re li bajarên heremê jî her diçe krîza aborî zêde dibe. Ev krîza aborî jî herî zêde bandorê li ser esnafê Hala Fêkî û Sebzeyan a Amedê dike. Esnaf û karkeran diyar kir ku, rewşa wan ji ya salên bihûrî xerabtir bûye û hatina krîza aborî bi qewimandina şerê heyî ve girêdidin. Esnafan got, ji çareseriya krîza aborî bigire heta çareseriyên pirsgirêkên civakî navnîşana wan pêkhatina hevdîtina li gel Rêberê PKK Abdullah Ocalan e.