ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2016'AN

ROJANE

* Welatiyên Şirnexê yên ku piştî qedexeyê çûn Şirnexê dîtin ku bajarê wan hatiye hilweşandin bi gotinên “Ma kesên ku malên me hilweşandine dê ji me re bajar ava bikin” bertekên xwe anîn ziman ku di nava kavilên xirabe de ji bo jiyana jinûve bihûnin dest dan hevdu.

* Endamê Meclîsa Şaredariya Sîlopiyê Abdulazîz Tanrikulu yê li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresunê ye îdia kir ku gardiyan gefa "em ê we bikujin" li wan dixwin.

* Girtiyên ji Girtîgeha Rihayê name ji ÎHD’ê re şandin gotin ew rastî îşkenceyên wek “cerryandayînê, bi pense kişandina diran, şidet û gefa zayendî” tên.
* Li dijî şaredariyên DBP’î yên di hedefa AKP û Serokomar Erdoganî de ne, her roj zêde dibin û ji 11’ê îlonê heta niha 3 jê şaredariyên bajarê mezin, bi giştî 34 şaredarî qeyûm tayînî wan hatiye kirin. Her wiha 37 hevşaredar jî, hîn jî girtîne.

* Piştî Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû daxuyand ku ew bê Amedê û heta adarê li ser oprasyonan be, gelê herêmê li dijî vê daxuyaniya wî bertek nîşan da û dest nîşan kir ku, Soylû bêaramiyê dike û xistiye serê xwe ku kurdan bikuje.

* Bi derxistina KHK’ya dawî re li Amedê 193 kedkarên tenduristiyê hatin îxrackirin û bi vê re bû sedema rûxandina xizmeta tenduristiyê. Bi îxrackirina kedkarên tenduristiyê re, klînîkên zarokan jî di nav de gelek polîklînîk hatin girtin.

* Li Stenbolê komeleyên ku hatine girtin dê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)

* Ji bo nivîskar û rojnamegerên Ozgur Gundemê yên girtî ne li ber Girtîgeha Bakirkoyê "Nobeta Azadiyê" ya hatiye destpêkirin dê bidome. (16.00)

"Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" dê li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)

* Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) dê têkîldarî girtina 370 komeleyan li avahiya Navenda Giştî ya ÎHD'ê ya li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)

* Raportorê Azadiya Fikr û Îfadekirinê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) dê têkîldarî hevdîtinên xwe li Mala Spî ya NY'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)

POLÎTÎKA

* Hevseroka DBP’a Enqereyê Kiymet Temel di têkildarê tayînikirina qeyûmên li hemberî şaredariyên DBP’ê de got ku nêzîkbûyîna azadiya kurdan têrsê dixe nava dilê dewletê û dewlet ji ber vê yekê êrîşên xwe yên li hemberî gelê kurd her ku diçe zêde dike.

JIN

* Komeleya Jinê Gokkuşagi ya hate girtin 13 salan bênavber bi rêgeza renginiyê piştevaniya jinan kir. Ji damezirenerên komeleyê Nazmiye Ulker diyar kir ku têkoşîna jinan bi mohrkirinê nayê astengkirin.

ÇAND Û HUNER


* Koroya Dengên Jina ya Mareyê ya ku bi stranên xwe qîrîn, evîn, hez û bextewariyên jinan tîne ziman, dengê jinên ku ji aliyê feraseta mêrî ve tune tê hesibandin vediguhezîne civakê.

ABORÎ

* Li Semsûrê hilberînerên sîran diyar kirin ku, ji ber neçareserkirina pirsgirêka avê randiman jî kêm e û her wiha jinên ku karkeriya wan dikin jî anîn ziman ku, ew bermaberiya keda xwe wernagirin.