ROJANE
*Hat zanîn ku, li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ya ku nû hatiye vekirin, porê girtiyên siyasî li nimroyekê dixin, girtî li gor rengên cuda tên senifandin, dema hevdîtina wan daxistine 15 deqîqeyan û rastî îşkenceya fîzîkî tên.
*Li Pulurê, Mamosteyê Kompîturê Tûrgay Bîlge yê hat îxrackirin, li gundê xwe dest bi xwedîkirina heywanan kir. Bîlge dest nîşan kir ku, mebesta îxrackirinan sirgûnê di xwe de dihebîne û da li ser xaka xwe hilberînê bikin bang li hemû mamosteyan kir.
*Girtiye siyasî Hamza Çîçekçî yê li Girtîgeha Silifke girtîye 35 rojin di yek hucreyê de te girtin.
*Zêdebûna sermayê eleqeya li hemberî etaran zêde dike. Etar Bariş Ateş, diyar kir ku nêzî 70 cureyên giha li cem wî heye û çaya gihayên cuda amade dike dide muşteriyên xwe. Ateş, got "Hûn ne nexweş bin jî rojê îskanek çaya giha vexwîn.
*Gardiyan û leşkerên ku li kawîşên girtiyan ên Girtîgegeha Tîpa E ya Mêrdînê lêgerîn kirin hemû alav û amûrên girtiyan ên taybet desteser kirin.
*Sermayedaran, li Xerpêtê Dêra Ermeniyên Protestan a 200 salî ku Ermenî û Suryaniyan lê îbadet dikir kirin otopark.
*Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe yê ji bo nûçeyeke ku got, “Hevalno teqez divê ez vê bişopînim' derketibû, ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û paşê bi lêdanê hatibû kuştin. Lê ev 21 sal e rojnamegeriya Goktepe her ji bo namzetên rojnamgeriyê hest û best e.
*Li Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê derket holê ku, girtiyên siyasî ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin û paşê bi awyaekî tazî ew birine odeya bisînger. Girtî bi rêya parêzerên xwe, ev pêkanîn gilî kirin.
*Li Seyhanê, 169 esnafên di salvegera Komkujiya Roboskiyê de ji bo şermezarkirinê derabeyên xwe ranekirin, ji bo her yekî jê 227 lîre cezayê pereyî hat birîn.
*Alîkarê Hevserokên Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî li dijî lêpirsîna ji xala 301’emîn ku li dijî ÎHD’ê û saziyên din ên mafê mirovan hat vekirin nerazîbûn nîşan da û wiha got: “ÎHD her tim di hedefa hêzên dewletê û desthilatdariyan de ye. Dema ku li vî welatî binpêkirina mafê mirovan bi dawî bibe, wê demê em dikarin deriyên saziyên xwe bigirin. Encax wê demê dikarin parazvanê mafê mirovan bên bêdengkirin. Lê ji bilî vê tu kes nikare sazî û parazvanê mafê mirovan bêdeng bike.”
* Şaxa ÎHD’a Wabê, dê têkildarî dirêjkirina dema OHAL’ê daxuyaniyê bide. (12.00)
* Şaxa ÎHD’a Amedê û xizmên windayan, dê di hefteya 413’emîn de jî bi dirûşmeya “Bila Winda Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin” çalakiya xwe yî rûniştinê li dar bixin. (12.00)
* Dê Dayikên Şemiyê di hefteya 615’emîn de careke din li Qada Galatasarayê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)
* Dê ÎHD’a Îzmîrê ji bo rakirina OHAL’ê li avahiya şaxa civîneke çapemeniyê çêbike. (12.30)
* Dê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û xizmên windayan, li ber Bank Sumerê ya kevn a li Konakê ye li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan da, bi kiryarên nediyar hatin windkairin û yên bûn qurbanê înfazên bê daraz bipirsin. (13.00)
* Dê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ber avahiya enstîtuyê ya hat mohrkirin dersê bide xwendekarên xwe. (14.00)
POLÎTÎKA
*Parlamentera HDP'ê Leyla Bîrlîk, piştî hat berdan têkildarî rewşa girtîgehê agahî da diyar kir rastî îşkencê hat û dibin tecrîdê de hat girtin. Bîrlîk, polîtîkayên hikûmetê ya li dijî siyaseta kurd jî rexne kir destnîşan kir ku pirsgirêk bi înkar û îmhayê çareser nabe, li meclîsê bi diyalog û hevqebûlkirinê çareser dibe.
JIN
*Li ser kuştina sê jinên siyastemedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Doganê 3 sal derbas bûn, lê hîn jî hêrsa jinan netebitiye. Jinên Tirkiyeyê peyama têkoşînê dan û wiha gotin: "Em ji jinên hatin qetilkirin hînî berxwedanê bûn."