ROJANE
*Karkerên ku ji ber felaketa lehiyê bi zeviyan re mexdûr bûn, piştî konên wan li ber lehiyê çûn di qatên jêr ên xaniyan û garajan de têkoşîna jiyanê didin. Rayedar bêndengiya xwe ya ji bo felaketa li herêmê hat jiyîn diparêzin.
*Parêzer Yunus Emre Guneş da zanîn ku li Girtîgeha Odemîşê malbatên ku diçin ser dana xizmên xwe rastî lêgerîna tazî tên û wiha got: “Pêkanînên ku digihijin tacîzê li malbatan tên kirin. Cilên binî yên malabatan bi awayekî tehrîk tên lêgerînkirin. Malbatên ku vê pêkanînê napejirînin jî rastî qedexeya hevdîtinê tên.”
*Li Colemêrg û navçeyên wê gelek daristanên di operasyonên leşkerî de hatin sotin niha jî di hedefa bazirganan de ye. Gelek darên gûzan û darên cur bi cur ji aliyê bazirganan ve tên birîn û firotin.
* Akademîsyen û Hîndekarê Zanîngeha Munzurê Savaş Dede yê ku bi KHK'ê ji kar hat avêtin, diyar kir ku ji bo zarok neyên kuştin wî deklerasyona aştiyê îmze kir û ji ber vê yekê ne poşman e. Dede, anî ziman ku hewce be dê dîsa îmze bike.
*Hîndekara Zanîngeha Egeyê Alk Doç. Dr. Lulufer Korukmez ku hat îxrackirin diyar kir ku ew dê teqez paşve vegerin û vê carê dê aştiyê bi xwe re bînin û vegerin.
*Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 11 zarokên Sûrê yên 3 ji wan girtî de doz vekir. Dozgeriyê perçeyên şerepnalê ku ji bedena zarokê 16 salî F.Y. derket delîl nîşan da û ji 11 zarokan 110 sal ceza xwest.
* Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan, bi minasebeta 10'ê Çile roja rojnamegerên dixebitin, diyar kir ku rojnameger di bin binpêkirina mafan de 10'e çile pêşwazî dikin û got: "Divê 10'ê çile bibe roja têkoşîna rojnamegeran."
POLÎTÎKA
* Pêşnîyara guhertina Qanûna Bingehîn ku AK Partî û MHP li ser li hev kirine dê li meclîsê bê niqaşkirin.
* Baroya Enqereyê bi armanca pêşniyara Qanûna bingehîn a li Meclîsê bê dîtin bi armanca şermezar bikin dê li gel saziyên civakî li deriyê Dikmen ê Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.00)
JIN
* Endam û nûnerên jin ên sazî û rêxistinên li Dersimê û Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) a Amedê bi armanca salvegera kuştina siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
JINGEHA KEDÊ
*Wezareta Enerjiyê û rêveberiya TPAO piştî TP arizî kir û dewrî TPİC’ê kir, sendîkaya karkerên petrolê ket nava hewldana têkoşînê. Serokê Sendîkaya Petrol-Îş'ê Şeyhmus Kaygusuz, diyar kir ku ew vê pêkanînê qebûl nakin û dê li dijî vê ferasetê qada hevpar a têkoşînê ava bikin.
ABORÎ
*Li Tirkiye piştî şer dest pê kir û OHAL hat îlankirin turîst êdî dayên li war û bajarên turîzmê nagerin. Serokê Komeleya Turîstan a Wanê Ferzan Demîrtaş, diyar kir ku piştî şer û OHAL'ê dest pê kir êdî turîst nayên Wanê û serdema herî xerab a turîzmê dijîn.