ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2017'AN

ROJANE

*Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku, dema li ser Ocalan tecrîd tê sepandin li tevahiya welat polîtîkayên ewlehiyê derdikevin pêş, dema tecrîd nayê sepandin jî dîmeneke ku li hemû mirovan hêviyê peyda dike xwe dide der û got, "Huqûqa Îmraliyê" berbelavî hemû Tirkiyeyê bûye.

*Mehmet Ocalan ê kekê xwe Abdullah Ocalan wek mifteya çareseriya pirgirêka kurd dibîne wiha got: "Tekane banga malbata me ew e ku, bila kurd bên cem hev û yekîtiya xwe ya netewî çêbikin. Heke em vê pêk neyînin, ev tê wateya em xerabiyeke mezin li hev dikin."

*Di îdianameya der barê xwendekarê Zanîngeha Çûkûrovayê Kamûran Kilgi yê ji ber cezayê hepsa malê bi meha ye nikare têkeve ezmûnên xwe hat amadekirin de, li ser medyaya civakî parvekirina wî ya wêneyê pismamê xwe yê tevlî YPG'ê bûye û li binî heman wêneyî cih girtina helbesteke Helbestkar Ahmed Arif wek "Propagandaya rêxistinê" hat nirxandin.

*Gelê Wanê li dijî dubare dirêjkirina dema OHAL'ê bertek nîşan da û gotin, tekane armanca OHAL'ê ne "ewlehî" pêkanîna rejîma "yekzilamî" ye.

*Lêkolîner-nivîskar Îhsan Colemêrgê dest nîşan kir ku, divê berjewendiyên herêmî, malbatî û partiyî nekevin pêş berjewendiyên netewî û ji bo kombûna Kongreya Netewî ya Kurd wiha bang kir: "Li rawestgehekê em ji trênê man, li rawestgeha duyemîn û girîng, ji bo em ji trênê nemînin divê bi lez û bez gav bên avêtin."

*Ceren Çoban a ku di komkujiya Pirsûsê de birîndar bûbû, li dijî biryara dozê ya der barê teqînê de hat vekirin bertek nîşan da û wiha got: "Xewna 33'yan ne ew xewn e ku bi 7 hezar û 500 lîreyî bê firotin. Heta em nebêjin qediya dê
neqede."

*Hakan Arslan ê li Sûrê jiyana xwe ji dest da, li gel hemû hewldanên malbata wî ev 352 roj in hîn jî cenazeyê wî nehatiye dîtin, lê belê li gel vê jî li Sûrê bi dirûşmeya "Sûr bi hezkirinê pêş ve diçe" pêşnûmaya înşaatê hat destpêkirin. Bav Riza Arslan wiha got: "Li Sûrê, beriya înşaat dest pê bike bila dewlet cenazeyê kurê min derxîne yan jî bila musadeyê bidin ez ê bi xwe derxînim."

* Girê Pagos ango bi navê xwe yê rojane Kadîfekale ya ku Beriya Zayînê di serdema 4'emîn de ji aliyê Qralê Makedonyayê Îskenderê Mezin ve hatiye çêkirin ji salên 90'an vir ve ji kurdan re malovaniyê dike. Semta Kadîfekaleyê di roja îroyîn de dibe şahidê berxwedana kurdan a li dijî asîmîlasyonê.

* Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê, dê di 15'emîn meha komkujiyê de li ber Gara Enqereyê çalakiya bîranînê li dar bixe. (10.00)

* Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) û Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) dê bi munasebeta 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de li TGC'ê daxuyaniyê bide. (11.00)

* Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, dê têkildarî 7 hezar û 500 lîre cezayê ku Amîrê Muduriyeta Polîsan a Pirsûsê yê berê rastî wê hatiye, li avahiya Şaxa ÎHD'ê daxuyaniyê bide. (13.00)

*Doza ku der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriyê" hatiye vekirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê bê dîtin. (13.00-17.00)

POLÎTÎKA

*Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş a li şûna wê qeyûm hat tayînkirin diyar kir ku, di qada siyasî de qeyûm derbeyek e û wiha dest nîşan kir: "Di warê siyasî de dema gel nêvengeke baş bibîne, dê bersiva xwe ya herî baş bide."

JÎNGEHA KEDÊ

*Nanê tenûrê yên jinên Hezoyî bi awayekî komunalî çêdikin rastî eleqeyeke zêde tên.