ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2016'AN

ROJANE

* Li Foça ya ku berê bi talana qadên dîrokî di rojevê de bû, vê carê jî qada sîtê ya ku qada şanoya antîk û aşên antîk lê ne, ji bo îmarê hatin vekirin.

* Li Girtîgeha Şakranê hat zanîn ku, leşker û gardiyanên bi ser qawîşa jinan de girtin, gefên mirinê li wan xwarine.

*Parlementerê CHP’ê yê Îzmîrê Mûrat Bakan diyar kir ku, li Îzmîrê piştî bi KHK’yan dibistanên aîdî şaredariyan hatin girtin, 14 hezar û 278 xwendekar û 308 mamoste mexdûr bûne û li dijî vê bertek nîşan da.

*Li Antalyayê piştî li dijî hêwirgeha masîvanan êrîşeke roketiyî pêk hat, bi hinceta têkiliya wan bi vê êrîşê re heye 9 kes hatibûn binçavkirin. Di girtenameyên lêpirsîna polîsan de derket holê ku, têkildarî êrîşa roketiyî pirsek jî nehatiye pirsîn. Her wiha 7 kesên hatin girtin jî, bi hinceta parvekirinên civaka medyayî hatine girtin.

* Apê Yûsûf Guleş li ser axa Şirnex 71 sal li pey xwe hiştine û bi gotina, "Me pişta xwe daye ber barek giran û pişta me bişkê jî em ji ber bî barî ranabin" tîne ziman ku gelê Şirnex wê tu dem pişta xwe ji ber barê têkoşînê raneke.
Li Şirnexê piştî qedexeya 8 mehan hemû saziyên ku gel lê bişêwire hatin girtin û siyasetmedarên ku bi gel re bikevin nava piştevahiyê hemû hatin girtin.

* Şêniyên Çelê ya Colemêrgê ku li gundê Aşûtê bûn şahidê “Operasyona Guneşê” diyar kirin ku çawa di 2008'an de bi ser neketin, niha jî bi ser nakevin.

* Waniyên ku li dijî girtina Hevşaredar Bekîr Kaya û tayînkirina qeyûm bertek nîşan dan gotin: “Bila qoltix ên wan bin, lê ev xak û kuçe yên me ne.”

* Li Gevera ku di encama operasyona 79 rojan de bihezaran avahî hatin rûxandin, bi hatina zvistanê re welatî xebatên avakirinê dilezînin. Li navçeya ku derî û paceyên hatine şikandin bi naylonan û texteyan tawanên hatine rûxandin jî bi konan tên girtin, welatiyên ku malên xwe neterikandin wateya piştevaniyê dest nîşan kirin.

* Li Şirnexê piştî qedexeya 8 mehan hemû saziyên ku gel lê bişêwire hatin girtin û siyasetmedarên ku bi gel re bikevin nava piştevahiyê hemû hatin girtin.

* Li navçeya Torbali ya Îzmirê zarokê bi navê Nouf yê ji Sûriyê ji ber "bê nefesiyê" jiyana xwe ji dest da.

* Dayikên Şemiyê yên Stenbolê dê çalikiya "Bila Faîl Bên Darizandin û Winda li Ku Ne?" di hefteya 608’an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. . (12.00)

* Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê dê çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" çalakiyên xwe yên rûniştinê berdewam bikin. (12.30)

* Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê bi boneya balê bikşînin ser serdegirtina malan dê li komeleya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)

* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê bi armanca balê bikşînin ser Girtîgehên Tîpa “F” dê li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê berdewam bikin. (13.30)

* Xebatkarên TV10 bi armanca girtina televîzyonê şermezar bikin dê li pêş Lîseya Galatasarayê çalakiya xwe yaheftane berdewam bikin. (14.00)

* Rêxistina HDP'ê ya Esenler a Stenbolê bi armanca girtina endamên KJA û wekîlên HDP'ê şermezar bike dê avahiya HDP'ê ya Esenlerê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. .(14.00)

POLİTİKA

* Parlamenterên Ewropa ku ji bo civîna NATOPA hatin Stenbolê dê li Otela Rodisso Blo civîna çapemeniyê pêk bînin. (10.00)

JIN

*Jinên kurd ên ji bo bi rêzistinên jinan ên li Tirkiye û cîhanê werin gel hev amadekariyan dikin, wê êrîşên li dijî jinê nîqaş bikin. Fatma Kaşan anî ziman ku, zêdebûyîna êrîşên li dijî jinan tenê ne pirsgirêka herêmekê ye, pirsgirêkeke gerdûnî ye û wiha got: “Yên vê dikin dixwazin 100 salên pêşiya bidizin.”

* Parêzer Dîren Cevahîr Şen diyar kir ku, bi pêşnûmaya ku armanca wê fihêlkirina îstîsmarkar e, wê bûyerên êrîş û îstîsmara zayendî zêde bibin û wiha pirsî: “Ev pêşnûma heke li ber vê ne rênîşander be, îjar çî ye?”

ÇAND

* NÇM’ya ku deriyê wê hat mohrkirin, li Tirkiyeyê bi îdiaya pêkanîna hunera alternatîf-şoreşger, bi xebatên xwe yî ku 25 sal berê dabû destpêkirin li dijî serdestan, tim li cem bindestan cihê xwe girt. Ji hunermendaên NÇM’ê Genim jî diyar kir ku, ji salên 90’î heta niha êrîş qet neguherîne û got: “Em ê li pêşberî van hemû girtinan rawestin.”

*Kovara çand û hunerê “Yenî e” ya ku nû hat derxistin, di hejmara xwe yî ewilîn de wiha dipirse: “E, em li ku mabûn?”

ABORÎ

* Li gundekî Foça yê Rûman Ilipınarê dildarên parazvanên jiyana ekolojik, li diji çandiniya konvansiyonel dest bi çandiniya ekolojîk û alternatif dikin.