ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2017'AN

ROJANE

*Jinên Reqayî yên ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, piştî jiyaneke tirsnak û zehmet, bi hatina QSD'ê re dubare hêviya jiyanê li wan peyda bû.

*Parêzer Eyyup Sabri Tinaş tahliyekirina 3 kesên têkildarî doza kuştina polîsên li Serêkaniyê nirxand. Tinaş got, di dosyeya hat amadekirin de tenê dihat diyarkirin ku, 3 kesên ji mala kirêkiribûn, derbasî daireya din bûbûn bi xwe bû û anî ziman ku, îdianameya ku dozgeriyê amade kir riziya.

*Di îdianameya duyemîn a der barê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu hat amadekirin de, ji ber axaftinên di nobeta edaletê ya komkujiya Roboskiyê, daxuyaniyên têkildarî rakirina qedexeyên derketina derve yên Cizîr, Silopiya û Hezexê, beşdarbûna merasîma cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan û parvekirinên wî yên medyaya civakî heta 22 sal cezayê girtîgehê cezakirina wî hat xwestin. Her wiha di îdianameya yekemîn a derbarê Encu hatibû amadekirin de jî, ji bo wî heta hetayê cezayê girtîgehê hatibû xwestin.

*Qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, bi îdiaya "ji bo tenduristiya civak û hawirdorê rîskeke cidî ye" fermana axurên ku li navenda bajêr in û heywan di wan de tên xwedîkirin da û piştî vê fermanê koçeran li dijî vê biryarê bertek nîşan da. Lê tişta balkêş ew e ku, li navenda bajêr ev 60 sal e rafînerên petrolê jehrê dipejiqînin.

*Endamê Yekîtiya Dadwerên Nû dadwer Philip Kersting ê li Almanyayê ji bo guhêraniya Qanûna Bingehîn a li Meclîsê wiha got: "Di peywendiya rêgeza veqetana hêzan de dê bi pirsgirêk be. Guhêraniyê bê kirin dê serokomar bigihîne hêzeke ku dê neyê venihartin."

* Şaxa ÎHD’a Amedê û xizmên windayan, dê di hefteya 414’emîn de jî bi dirûşmeya “Bila Winda Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin” çalakiya xwe yî rûniştinê li dar bixin. (12.00)

* Dê Dayikên Şemiyê di hefteya 616’emîn de careke din li Qada Galatasarayê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)

* Dê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û xizmên windayan, li ber Bank Sumerê ya kevn a li Konakê ye li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan da, bi kiryarên nediyar hatin windkairin û yên bûn qurbanê înfazên bê daraz bipirsin. (13.00)

* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê çalakiya 249'emîn "Rûniştina F"yê ku balê dikêşe ser rewşa girtiyên nexweş, li Qada Galatasarayê li dar bixin. (13.30)

* Dê xwendekar û mamosteyên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya bi KHK'ê hat girtin li ber avahiya enstîtuyê dersê bidin. (16.00) BI DÎMEN

POLÎTÎKA

*Akademîsyen-Nivîskar Fikret Başkaya yê bi dahurandinên pergalan tê nasîn got, Tirkiye bi kaoseke dijwar re rû bi rû maye û anî ziman ku, lê belê tenê dikare bi muxalefeteke hevpar a ku tevgera siyasî ya kurd jî di nav de ji vê kaosê rizgar bibe.

*Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit, gavavêtinên ji bo yekîtiya netewî ya kurd û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û wiha axivî: "Di warê yekîtiya netewî de navê herî girîng ê banga yekîtiya netewî dike Birêz Ocaln e. Ji ber vê îro rastî tecrîdeke giran tê. Li her deverên Kurdistanê bêyî li pozîsyon û statuyê bê nihêrîn, divê her kes li dijî tecrîd û girtina Birêz Ocalan tewrê xwe nîşan bide."

JÎNGEHA KEDÊ

*Li Êlihê, di salekê de ji ber sersariyên sektora înşeatê herî kêm 5 karker jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 20 karker jî birîndar bûn. Lê belê, li gel vana hemûyan jî rayedar venêrîna tenduristî û ewlehiya kar nakin.