ROJANE
*Derket holê ku, ji 7 kesên di çarçoveya operasyona DAIŞ'ê hatin girtin de M.F.B. xebatkarê Baskên Ciwanan a AKP'ê ye, F.M. jî yê ku berê dema ji bo tevlî DAIŞ'ê bibe çûbû Dîlokê û ji aliyê leşkeran ve hatibû girtin, piştî îfadedayînê serbest hat berdan.
*Li Qereçobanê, Omer Ugun ê bi ji ber parvekirinên civaka medyayî bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat girtin, parvekirina wî ya ji bo balê bikêşe ser mirina sivîlên li Cizîrê û wêneyê wî yê li Silêmaniyeyê beşdarî Newrozê bûye unsûrên sûcî hatin hesibandin.
*Rojnameya Şûjin a li ser înternetê li gel zaravayên kurmancî û soranî bi giştî bi 4 zimanan weşana xwe dike, li weşana xwe zaravayê kirmanckî jî zêde kir.
*Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ya kapasîteya wê 500 kes e, zêdeyî hezar girtî lê dimînin. Her wiha hat ragihandin ku, bi OHAL'ê re li girtîgehê her diçe binpêkirinên mafan jî zêde dibin.
*Li Mêrdîna ku bi kuçeyên xwe yî teng û mêrdewanî balê dikêşe, kar û barê berjevkirina paqijiyê û çopan bi sala ye li ser pişa keran e. Li gel heywan bi kul û birîn tên xebitandin, xebatkarên di şert û mercên nebaş de dixebitin jî ji tirda dê ji kar bên avêtin prisgirêkên xwe bînin ziman.
*Kuçeyên Mêrdîna dîrokî ya berê malvanoya bi sedhezaran turîstin xwecihî û biyanî dikirin, niha bêdeng in. Kuçeyên ku ji ber şerê heyî qet turîst berê xwe nadinê, hema bêje vala ne.
*Jinên koçer ê jiyana wan li zozan û konan derbas dibe, bêyî tûr ê ku di dema kar de gelekî bi kêrî wan tê û heta zarokên xwe jî tê de xwedî dikin nikarin îdare bikin.
*Hevalê Dink, rojnameger Umit Kivanç ku yek ji nobedarên nobeta edaletê ya ev 10 sal e ji bo kiryarên Dink bên aşkerekirin hatiye destpêkirin diyar kir ku, li Tirkiyeyê di şert û mercên niha de îhtimala zelalkirina doza Dink nepêkan e. Kivanç dest nîşan kir ku, tê xwestin ku berpirsiyariya cinayetê li hin kesan bar bikin û wiha got: "AKP jî di nav de, tiliya her kesî di nav vî karî de heye."
*Dê rûniştina 1'emîn a doza Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnex bê dîtin. (11.30)
*Dê 68'emîn rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê" li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
*Platforma ji bo Ked û Demokrasiyê Hêza Yekîtiyê, ji bo derbarê guhertinên qanûna bingehîn de nameyan ji parlamenterên li meclîsê re rêbikin dê li ber Lîseya Galatasarayê bên cem hev. (12.00)
POLÎTÎKA
*Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Mehemt Arslan balê kişand ser biryaraên qeyûman û diyar kir ku, biryarên ew digirin nayên qebûlkirin û dest nîşan kir ku, bi vî awayî dixwazin bîra civakiyî û nirxên li herêmê ji holê rabikin.
ÇAND Û HUNER
*Şanoya Agonê îsal piştî pêşandana lîstika bi navê 444, dê 3 lîstikên din jî bide nîşandan. Ji endamên Şanoya Agonê Mustafa Çavuş anî ziman ku, amadekariyên lîstikên bi navê Kopekler, Hiç Kimsenin Oykusu û Tek Kişilik Cinayet bi dawî bûne û got, ew di lîstikên xwe de hêlên pergalê yên çelexwarî rexne dikin.
*Koma Şanoyê ya Uç Noktayê bi lîstika xwe ya bi navê "Jinê" balê dikêşe ser cinayetên jinan.
JÎNGEHA KEDÊ
*Mustafa Yol, bêyî guh bide germa havînê, sermaya zivsitanê û qelebalixiya trafîkê, tam 30 sal e li nav refuja kolanê li benda hin kesa ye ku bên û barê wan veguhêzîne.