ROJANE
*Li Şirnexê tiştên li kuçeya bi navê Madimakê man, rûxandinê bi her awayî nîşan dide. Di nav vê rûxandinê de du malbatên ku avahiyên xwe yî rûxandî tamîr dikin jî, li gel hemû rûxandinan remza gelê li ser piya maye didin der.
*Mater dest nîşan kir ku, bi OHAL’ê re li ser çapemeniyê êrîşên cidî hene û got, çi dibe bila biberast, ji holê winda nabe.
*Ji bo El Bab’a di dest DAIŞ’ê de ye tê dîtin ku, Tirkiye û OSO’ya li gel wê tevdigere, Meclîsa Leşkerî ya Babê û herî dawî rejîma Esad ji bo şerekî amadekariyên xwe dikin. Ji bo vî şerî pirsa girîng jî ev e: Heke li El Babê, OSO’ya ku Tirkiye piştevaniya wê dike û Esad rastî hev bên, wê Tirkiye kî tercih bike? Hemû vebêjirkên li holê diyar in ku wê Tirkiyeyê ber bi bobelatekê ve bibe.
*Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrdînê Parêzer Erdal Kûzû balê kişand ser derhuqûqiya binçavkirin û girtina 20 DBP'iyên ku li navçeyên Dêrîk, Nisêbîn, Kerboran, Stewrê, Mahsêrtê û Qoserê yên Mêrdînê hatin girtin û wiha got:"siyasetmedarên ku 18 roj di bin çavan de mane di nav 2 rojan de îfadeya wan hatiye wergirtin, ji binçavkirinê heta girtinê tiştên qewimîne derhuqûqî nawnetewiye."
* Serokê Şaxa ÎHD ya Mêrdînê parêzer Erdal Kûzû balkişand bê hiqûqiya 20 DBP'i yên ku li navçeyên Dêrîk, Nisêbîn, Kerboran, Stewrê, Mehsêrtê û Qoserê yên Mêrdînê hatin girtin û wiha got:"siyasetmedarên ku 18 roj di binçevan de mane di nav 2 rojan de îfadeya wan hatiye hilandin, ji binçavkirinê heya girtinê tiştên qewimîne dijî hiqûqa nawnetewiye." BI DÎMEN E
JIN
* Meclîsa Jinê ya DBP'ê dê têkildarî girtina saziyên jinan û êrîşên li diji destkeftiyên jinan, dê bi beşdariya jinên Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê li salona Vetad Aydin a Rêxistina DBP'a Amedê bicivin. (10.00)
POLÎTÎKA
* Partî, sazî û hêzên demokrasiyê yên wekî HDP, CHP, BHH, KESK û DİSK dê li dijî êrîşên li dijî sazî û dezgehên demokratîk li Qada Kartalê ya Stenbolê mîtînga "Em teslim nabin" pêk bînin. (14.00)
ABORÎ
*Fîrmayên navnetewî yên ku nîşaneyên aboriya Tirkiyeyê ya ku her diçe rewşa wê xerab dike esas digirin, vekişîna wan î ji piyaseya Tirkiyeyê didome. Mexazeyên Zara yên bi menşeiya Spanyayê ku li cîhanê ji wan mexazeyên dêwasa ne, wê çend roj şûn de hin civînan li dar bixe û wê der barê şaxên xwe yî li Tirkiyeyê biryara şênber ragihîne.
ÇAND
*STENBOL – Lîstika şanoyê ya yekkesî “Jinek Hişyar Dibe”, wê roja duşemê bê pêşandan. Lîstikvan Aysel Yildirim diyar dike ku, di avakirina civakeke alternatîf de şano laboratûareke girîng e.
SPOR
*Tîma Fûtbolê ya Jinan a Amedsporê ya ku serdema borî rastî gelek vegotinên nîjadperest hat û vê serdemê di Lîga 2’yemîn de têdikoşe, vê sezonê hedefa wê Lîga 1’emîn e û dibêje, ji bo ew bibin şampiyon ew ê heta dawî têbikoşin.