ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2016'AN

ROJANE

* Li bajaroka Adanalioglu ya Mêrsînê penaberên Sûriyeyê yên li konbajar têkoşîna jiyanê didin ji ber ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê xeta av û ceryanê ya soz dabû wan nekişand, xeta qaçax çêkirin. Penaberan diyar kirin ku ji ber şertên serma xwe biparêzin ev xet kişandine û ev xet jî ji aliyê şaredariyê ve hatiye qutkirin

*Li Zanîngeha Akdenîz a Antalyayê 70 xwendekarên ku par beşdarî çalakiyan bûbûn der barê wan de lêpirsîn hatibû vekirin, ligel ku dozgeriyê biryana "pêwîstî bi teqîbatê tuneye" da jî îdareya zanîngehê ceza li xwendekaran barand.

*Li Geverê welatiyê bi navê Necip Çapraz ji bo piştgiriya malbatên malên wan hatibûn hilweşandin kampanyayek çapemeniya civakî da destpêkirin û heya niha di çarçoveya vê kampanyayê de heya niha nêzîkê 100 mal ji nû ve hat avakirin.

*Hevserokê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Silopiya Aydin Denîz li ser girtina saziyên ziman axivî û got: "Dibistan ji çar dîwaran pêk nayê û ew dê her malekê weke dibistanekî bikar bînin.

* Ji bo Rojnamegerên girtî yên Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin, dê li ber Girtîgeha Tîpa Bakirkoyê "Nobeta Azadiyê "berdewam bikin. (16.00)

*Şirnexiyên ku piştî 8 mehan vegerîn ser axa xwe ji aliyekî ve birînên xwe dipêçin, ji aliyekî ve jî amadekariyên zivistanê dikin. Hevkariya gel a bi hev re gotina, "Kesê mino, destê mino" careke din radixe ber çavan. BI DÎMEN E


POLÎTÎKA

*Parlamenterê Avusturyayê Peter Pilz gotina Serokomar Tayyîp Erdogan a "Tirkiye di salên dawî de, tu demê qet evqas azad, aram û rehet nebûbû" nirxand û wiha got: "Li Îtalyayê Mussolînî jî gotibû "îtalya rojên herî azad dijî."

* Rêxistina HDP'ê ya Rihayê dê bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman li Komeleya Çand û Hunerê ya Rihayê "Civîna Gel" pêk bîne. (14.00)

JIN

*Bernameya bi navê Rapora Z a Çalikuşu ya di Nor Radyoyê tê weşandin, gotinên femînisf diafirîne û xwedî li rojava jinan derdikeve û îdiaya bernameyê ew e ku bibe dengê hemû jinan.

*Li Tirkiyeya ku şîdet gihijtiye asta herî jor, zilamên ku hevjîn, hezkirî û jinên ku pêşniyara zewaca wan red kirin qetilkirin ji aliyê dadgeriya ku bi mekanîzmayên edaletê yên zilam dixebitin tên parastin. Parêzer Ezgî Duman, da zanîn ku ji qereqol û salonên dadgehê ne zilam jin dê çawa bawer bikin dê edaletê bibînin û biryarên dijî jinan nayên dayîn.

* Platforma Jinan a Mêrsînê, dê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a li dijî tuniya dê li şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê panela bi navê "Tundiya li dijî jinê" pêk bîne.(13.00)

POLÎTÎKA

*Parêzer Ergîn Cînmen diyar kir ku qanûna bingehîn a ku yek peymanekî civakî ye yek jî aliyên herî girîng nûnerên kurdan nebin nikare bê çêkirin û wiha got: "Ev dê bibe quralên qanûnçêkirinê ya senteza tirk-îslam a MHP û AKP'ê. Ev ne qanûna bingehîn e, menzumeya quralan e."

* Parlamentoya Ewropa û Partiya Sosyalîst a Ewropa ( PES), bi armanca balê bikşînin ser rewşa Hevserokên HDP'ê yên girtî û wekîlên HDP'ê dê li pêş Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)