ROJANE
* Ji xwendekarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya bi KHK'ê hat girtin Mustafa Azizoglu, tiştên li enstîtuyê fêr bûye radigihîne xwendekarên xwe. Ji xwendekaran Hakan Keskinturk jî wiha got: "Ji bo perwerdehiyê em hewcetiyê bi cihwarekî nabînin. Nikarin fêrkirin û fêrbûna ziman asteng bikin."
* Endamê Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re Mehmet Akar, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê polîtîkaya"Tevlîhev bike" ya piştî derbeya 12'ê Îlonê li girtîgehan hat sepandin ketiye dewrê û got, rêveberiya girtîgehê zemîna provakasyonê çêdike.
* Li Aydin a ku keleha demokratên civakî ye, gelek kes hay ji naveroka guherandina Qanûna Bingehîn a dê berpêşî referandûmê bê kirin tune ne. Welatiyên ku pirsîn ew ê ji çi re bibêjin "Erê", li dijî pergala "yekzilamî" ne.
* Qeyûmê tayînî Şaredariya Artemêtanê hat kirin, ji 35 esnafên ku di çarçoveya pêşnûmaya "Kordona peravê" de li peravên golê ne teblîxat şand û ji wan xwest heta 15 rojan kargehên xwe vala bikin.
* Di roja 6'emîna pêngava sêyemîn a operasyona "Xezeba Firatê" ya ji du milan ve hat destpêkirin de, 10 gund û bi dehan mezrik hatin rizgarkirin. Dayika 5 zarokan Fatîma Abdullah a spasiya hêzên QSD'yê kir wiha got: "Wek jin jiyana di bin dagiriya wan de gelekî zehmet bû. Her tim tirsa dê rojekê werin min bibin li ser min hebû."
* Hevseroka Egîtîm Sen'a Wanê ya bi KHK'ê hat îxrackirin Gulcan Kaçmaz Sayyigit, bal kişand ser êrîşên îktîdarê yên li dijî muxalifan û wiha got: "Her ku êriş zêde bibin em dê wekî gloka berfê mezin bibin. Em ji bo 'Na' bang li her kesî dikin ku dakevin qadan.
* Dayîka Mehmet û Orhan Tûnç, Esmer Tûnç ku salek berê zarokên wê li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan zarokên xwe bi bîr anî û got: "Ez bi qêrîn û lorînan bi hewara wan çûm lê hêzên dewletê destûr nedan ez bedenê zarokên xwe ya dişewite vemirînim." Hevjîna Orhan Tûnç, Guler Tûnç jî diyar kir ku herdu bira bi şev di xevnên wan de û bi roj jî di xeyalên wan de ne.
* Doza Qetlîama Enqereyê dê li Edliyeya Enqereyê bê dîtin. (10.00)
* Doza parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp a bi hinceta beşdarî hin çalakiyên li Amedê bûye hatiye vekirin dê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Doza Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê bê dîtin. (10:00)
* Doza têkîldarî qetilkirina Gerînendeyê Weşanê yê Giştî Agosê Hrant Dînk li parastina Alî Fuat Yilmazer ve bê dîtin. (10.00)
* Yekîtiya ji bo Demokrasiyê dê helwesta xwe ya têkîldarî referandûma guhertina qanûna bingehîn dê li Şanoya Kenter aşkera bike. (11.00)
* Li Mêrdîn ê Amedê di çarçoveya kampanyaya "Na" ya referandûmê ya bi pêşengiya KCD, HDK, TJA, HDP û DBP'ê de hatiye destpêkirin civînên gel bên lidarixsitn. (12.00-13.00)
* Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora binpêkirinên mafên zarokan ên 2016'an li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (12.00)
POLÎTÎKA
*Parlementerê HDP'î Nimettullah Erdogmuş, anî ziman ku hikûmet bi pêşniyara referandûmê di navbera gel û baweriyan de mîrateya dîrokî qedandiye û got, "Na" ezmûna demokrasiyê ye.
JIN
* Ji parêzerên Ocalan, Ebru Gunay qala gotina Ocalan a dema anîn Îmraliyê ya "projeya min a nîvco mayî" ya têkîldarî azadiya jinê û wiha got: "Pradîgmaya ku Birêz Ocalan li Îmraliyê pêş xist ji bo felsefeya azadiya jinê bû argumanekî bingehîn."
JÎNGEHA KEDÊ
* Koordînatorê Lêkolînê yê DÎSK'ê Hakan Koçak, mafên karkeran ên li welatên bi pergala Demokrasiya Parlementeriyê û pergala Serokatiyê tên birêvebirin berawirdî hevdu kir û ji bo refrandûmê banga "Na"yê li kedkaran kir. Koçak, anî ziman ku dema karker tercîhekê bikin divê wek peymaneke karî li guherandinê binihêrin.
* Karkerê înşeatê Selami Karabacak ê ji ber krîza aborî betal ma, tevî malbata xwe li çopgeha Bodrûmê bi berhevkirina xurde û bixuran, plastîk û kaxezan, bermayiyên madeyan debara xwe dike. Karabacak ji bo karê xwe yê nû wiha got: "Ji parskirinê gelekî çêtir e."
EKOLOJÎ
* Tê diyarkirin ku bermayiyên kanserojen ên fabrîkaya Krom San'ê bi lehiyê re tevlî ava bin erdê û behrê dibin û li gel vê Berdevkê NKP'ê Erkan Demir jî dest nîşan kir ku, bermayiyên kromê yên tevlî ava bin erdê û zeviyên çandiniyê dibin, bi riya nebatan re madeyên kanserojenê li Tirkiyeyê belav dikin.