ROJANE
* Zarokên bajêr ên bi “Xezeba Firatê” ber bi bajêr ve diçin di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de rol û mîsyonek hilgirtine û li gel vê tê îfadekirin ku, Tirkiye û enstrumana wê DAIŞ’ê li derveyî qadê hiştine.
* Li Antalyayê di 10 mehên dawî yên sala 2016’an de 325 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. Xebatkara dildar a Navenda Şêwirmendî û Piştevaniyê ya Jinê ya Antalyayê Safiye Papîla diyar kir ku, li Tirkiyeyê di warê şidet û êrîşên zayendî yên li dijî nê de Antalya di rêza 3’yemîn de ye û got, êrîşên îstîsmarî êdî veguherîne polîtîkayên dewletê.
* Malbata Bahşîş a piştî mehan vegeriya mala xwe yî li Şirnexê, dema berî ji mala xwe derkevin dîmenên bajêr kişandinbûn û niha ew dîmen di nav rûpelên dîrokê de wek bîranînekê mane. Ji bajêr, tenê gumletên molazên li pêşberî malê mane.
* Rojnameger Sebahattîn Koyûncû bi nameyekê pêvajoya xwe yî girtinê û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi raya giştî re parve kir.
* Parazvanên mafên mirovan û rêxistinên pîşeyê dê li ber Edliyeya Stenbolê di "Nobea Edalet û Azadiyê" de bên cem hev. (12.00)
POLÎTÎKA
* Komên partiyên siyasî dê li Meclîsê civînên xwe yê hefteyî li dar bixin. HDP a ku ev demeke xebatên xwe yên li Meclîsê dabû rawestandin dê biryara xwe ya nû aşkera bike.
JIN
* Rêxistinên jinan ên li dijî “sererastkirina îstîsmara zayendî” ya ku îro jî li Meclîsê hevdîtina wê pêk hat bertek nîşan dan, wê di dema hevdîtina pêşnûmayê li ber Meclîsê çalakiyê li dar bixin û wê bêjin: “Wê ew zagon di Meclîsê re derbas nebe.”
* Endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Muruvvet Yilmaz diyar kir ku, heke li dijî pêşnûmaya îstîsmara zayendî liberxwedayîn tune be, wê ji aliyê jinan ve bibe sedma şikestinekê û got, ew ê li dijî polîtîkayên bi vî rengî qadên têkoşînê berfirehtir bikin.
* Jinên kurd ên ku li dijî sîstema ku wan weke "xetere" dibîne bi navê TJA'yê riya xwe dê berdewam bikin di saleke de li dijî şîdeta dewletê, hedefgirtina hevserokan, nivîsên zayendî, teşhîrkirina bedenên tazî, girtina komeleyan, binçavkirin û girtinan qet bêdeng nebûn.
* Endama MYK a DBP'ê Fatma Gul diyar kir ku di hevdîtina jinan de li ser pêşniyaran weke jinên kurd xwe bi navê TJA rêxistin kirine, lê ev nayê wateya ku ji sîstema KJA'yê vegeriyane û wiha axivî: "Di vî pêvajoyê de me nîşanî hemû kesan da ku em bêalternatîf an jî neçar nînin, di vî mijarê de me tedbîrek pêş xist."
* Pêşnûmeya ku hikûmetê der barê îstismara zayendî de amade kir dê bê rojeva li Civata Giştî ya Meclîsê. Di saetên ku li ser pêşnûmeyê nîqaş bên kirin dê rêxistinên jinan dê li ber Deriyê Meclîsê yê Dîkmenê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li gelek bajaran dê rêxistinên jinan û rêxistinên civakî yên sivîl dê bi çalakiyên cur bi cur nerazîbûna xwe nîşan bidin. (10.30-18.00)
* Meclîsa HDP'ê ya Jinê ya Antalyayê dê di çarçoveya bernameya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şîdeta li Hemberî Jinan ji siyasetmedar û parlamenterên girtî re kart bişînin. (15.00)
ÇAND Û HUNER
* Li Rihayê gundê ermenan ê herî mezin Germûş (Gamûrç) û Dêra Germûşê ya li gund, li gel biryara “Navenda Tûrîzmê” ya Lijneya Wezaretan jî, dêr wek axur, navenda lêgerîna xezîneyan tê bi kar anîn.
* Li Erdemiliyê Adnan Guneş ê ku kundirên avî berhev dike û diseqîne, li ser wan nexşan xêz dike û vediguherîne Lempeyên Kundirên Avî, diyar dike ku ew hin kundirên avî di 5 saetan hinan jî di du rojan de çêdike.
ABORÎ / JÎNGEHA KEDÊE
* Esnafên Alsancakê, diyarkirin ku ew ber bi îflasê ve diçin û gotin, divê dawî li pevçûnan bê û nediyariya siyasî ji holê rabe.
* Nûnertiya DÎSK'ê ya Herêma Enqereyê, Platforma Şaxên KESK'ê, Kordînasyona TMMOB'ê ya Enqereyê, Odeya Tabîban a Enqereyê dê têkîldarî keraseta kanê ya anvçeya Şîrvanê ya Sêrtê li ber Abîdeya Kanker daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)