ROJEVA 11'Ê SIBATA 2017'AN

ROJANE

*Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ya ku her bi binpêkirina mafan di rojevê de ye, hat diyarkirin ku girtî rastî lêgerîna tazî û îşkenceya gardiyanan tên.

*Qeyûmê tayînî Şaredariya Rêya Armûşê hat kirin, ji bo qulûbeya taksiyan pêşî destûr da, paşê got "esnaf gazinan dike" û biryara rûxandina wê da. Taksîvanan diyar kir ku ew bac û pereyê îşgaliyê didin şaredariyê û li dijî vê rewşê bertek nîşan dan.

* Dayikên Şemiyê yên ku aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin dipirsin cara 620'emîn li Qada Galatasarayê dê bên cem hev. (12.00)

* ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Amedê çalakiya xwe ya 418'emîn dê li dar bixin. (12.00)

* Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30)

POLÎTÎKA

*Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ê cara ewil bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkir, diyar kir ku heke hevdîtinên bi Ocalan re bidomiyanan dê evqas êş nehatanan kişandin û wiha axivî: "Ev vê nîşan dide; yanî feraseta li gel şidetê, feraseta dixwaze kurdan bitepisîne rê li ber hevdîtinên bi Birêz Ocalan re girt. Çimkî, di wê baweriyê de me ku dê Birêz Ocalan mudaxileyî gelek mijaran bikirana û ji bo ev veguhastana zemîneke demokratîk, dê zaf hewl bidana. Profîla Ocalan a min nas kiriye, dizanim û dîtiye ev bi xwe ye."

*Serokê CHP'a Wanê Mehmet Kurukçu, destnîşan kir ku li ser derdorên muxalif OHAL wek amûreke çewisandinê tê bikaranîn û da zanîn ku ew ê ji bo kampanyaya "Na"yê mal bi mal bigerin û xesarên "Erê"yê vebêjin.

* Hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan ku bi silogana "Ji bo Komara Demokratîk û Welatê Hevpar" deklerasyona "Na" ya referandumê aşkere kirin, diyar kirin ku ji bo ew "Na" li her derê bi rêxistin bikin dê kolan bi kolan, mal bi mal, li der derê bigerin û "Na" vebêjin. Hevparan anîn ziman ku ew dê kesên bê biryar jî ji bo "Na" îkna bikin.

JIN

*Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ragihand ku 9 kîlometre ji Reqayê re maye. Jinên kurd, suryan, ereb û tirkmen ên li refên herî pêş ên operasyona "Xezeba Firatê" cih digirin, bi peroş û heycana ku jinên reqayî ji esaretê rizgar bikin tevdigerin.

*Jinên Edeneyî, diyar kirin ku ji bo ew cinayetên jinan rawestînin ew ê bibêjin 'Na' û wiha gotin: "Ji bo Ozgecanên nû neyên qetilkirin em her kesî vedixwînin Na'yê."

*Bazara semtê ya guhêzbar ku nêzî 2 sala ye li Rezanê hatiye çêkirin, bi temamî ji aliyê jinan vê tê birêvebirin. Li vê bazarê firoşkar jî, kirîger jî ji halê xwe kêfxweş in.

*Bazara Kedê ya Jinê ya bi mebesta jin bi firotina berên bi destan çêdikin û piştevaniya aboriya malê bikin di bin banê Şaredariya Edîrneyê de hat vekirin, ji sala 2006'an heta niha ji bo jinên teqawîd qada îstihdamê ye.

* Welatiya Êlihê Şaziye Calp, ji bo betal nemîne bi xwe karê xwe ava kir. Calp li mala xwe Nanê Şilikî çêdike û bi firotina Nanê Şilikî debara mala xwe dike.


ÇAND Û HUNER

* Şanoya Bajer a Amedê dê li Diyar Galeriayê bi pêşandana stand-upa Ozcan Ateş a "Dawiya Dawî" bê vekirin. (15.00)

JÎNGEHA KEDÊ

*Li Rihayê, tizbiyên ku buhayên wan heta 30 hezar TL'yî jî diçin, bêhna xebatkarên zarok diçikîne. Li nêzî 50 atolyeyên tizbiyan, karkerên zarok rastî nexweşînên wek astim û pişikê re rû bi rû ne. Yek ji van karkeran Mehmet Çelik wiha got: "200 TL werdigirim têrî pereyê dermanan nake."

EKOLOJÎ

*Şaredariya Erxeniyê ya DBP'î ku hemû rayeyên wê dewrî qaymeqamtiyê hatine kirin jî, bi derfetên xwe bênavber xebatên xwe didomîne. Şaredarî, di çarçoveya fealiyetên çêkirina qadên jiyana civakî yên alternatîf de pêşnûmaya xwe ya "Qada Park û Bajarê Botanîk" ku li Amedê di qada xwe de yekemîn xebat e, temam kir û xist bin xizmeta gel.

ABORÎ

*Li Aydinê, rewşa esnafên yek ji bazara girîng a Bazara Merkezê xerab e. Esnafên bazarê diyar kirin ku karê wan qet nebaş e, di salên dawî de hêza kirînê ya mirovan ketiye û ji ber vê ew nikarin wek berê firotinê bikin.