Straneke bi 3 zimanan: Na, Leee, Hayir

EDENE- Koma erbaneyê ya jinan a NÇM a bi KHK’ê hat girtin, bi sê zimanan straneke “Na”yê çêkirin û dê bi vê stranê xebatên “Na”yê bikin.

Koma Erbanê ya Jinan a Şaxa Navenda Çandê (NÇM) a Edeneuê, dê bi stran û erbaneyên xwe “Na”yê bi rê ve bibin. Komê diyar kir ku ew ê bi strana xwe ya “Na”yê ya bi kurdî, erebî û tirkî amadekirina, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li qadan bin û got, dê jin bi erbane û kincên xwe yên netewî “Na”yê biqîrin.

'EM Ê BI STRANAN ‘NA’YÊ BI RÊ VE BIBIN’

Hunermenda komê Rozerîn Dolaşir, diyar kir ku ew ê wek jinên NÇM’ê di referandûmê de dengê “Na”yê bi kar bînin û got, ew ê li kuçeyan bi tilîlî, erbane û bi sê strana xwe ya zimanan “Na”yê biqîrin. Dolaşir, anî ziman ku NÇM hatiye girtin lê bi vê girtinê nikarin li pêşberî hunerê bibin asteng û wiha got: “Her çi qas saziya me hatibe girtin jî, em ê erbaneyên xwe hilgirin û li kuçeyan bi stranên xwe ‘Na’yê bi rê ve bibin.”

'JI BO DAWÎLÊANÎNA ÇEWISANDINÊN LI SER HUNERÊ ‘NA’’

Hunermenda komê Gulistan Ozbay jî, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê bi KHK’yan gelek saziyên çand û hunerê hatine girtin û wiha axivî: “Dewletê saziya me NÇM’ê jî girt û bi çewisandinî bi ser me de hat. Em ê li dijî vê zilmî çewisandinê li hemû qadan ‘Na’yê biqîrin. Çimkî nikarin dengê me bitepisînin.” Ozbay, balê kişand ser çewisandin û pêkûtiyên li ser hunerê û got, ji bo ew bi awayekî azad bistrên wan straneke “Na” ya bi sê zimanan çêkiriye. Ozbay, got ew ê bi vê stranê “Na”yê bi rê ve bibin û dest nîşan kir ku, divê her kes li dijî pergala bi pêkûtiyan nêzî jinan dibe deng derxîne.

'DÊ JIN LI QADAN LI DIJÎ ZILMÊ RAWESTIN’

Ozbay, diyar kir ku ji bo ew li gel erbaneyan bi awayekî azad bistrên ew ê bibêjin “Na” û got ew ê bi strana xwe ya sê zimanî li her derê “Na”yê vebêjin. Ozbay wiha axivî: “Ji bo rûxandina pergala yekzilamî em ê bibêjin ‘Na’. Têkoşîna me têkoşîna jinê ye. Em bang li hemû jinan dikin, da dakevin qadan û li dijî vê zilmê rawest in.”

Gotinên muzîka sê zimanî ev in:

NA NA

Em ê bêjin na, em ê bêjin na
Ji bo wekheviyê em ê bêjin na
Em ê bêjin na, em ê bêjin na
Ji bo mafê gelan em ê bêjin na

Ji bo azadiyê ji bo serbestiyê
Li hember kedxwaran em ê bêjin na
Ji bo xweseriyê ji bo xelasiye
Li hember zordaran em ê bêjin na
Rastiya insan rastiya wicdan
Wê nîşan dide bi hev re bêjin na
Rastiya jinê rastiya vin ê
Wê nişan dide bi hev re bejn na

Hêza me xurt e gava em bibin yek
Yên dibên erê pir ditirsin yek
Doza me xurt e gava em bibin yek
Yek yekiya wî em ê bibin tek

Roniya rojê bes j'me re hilmek

Ji bo serkeftinê em ê bêjin na

Roniya rojê bes J'me re hilmek

J'bo mafê jinê em ê bejin na




Ji bo baweriyan em ê bêjin na


Hûn jî bêjin na hûn jî bêjin na

J'bo paşarojê hûn jî bêjin na

Tu jî bêja na tu jî bêja na

J'bo nirxên gela tu jî bêjê ba


Nana nana nana nana

Nana nana em ê bêjin na

LEEE

Neqûlû lee neqûlû leee
Lîsûltêt recûl wahîd neqûlû lee

Neqûlû lee neqûlû lee

Lînîzamên nefed ûmrûhû neqûlû lee





lîsarêq kedıl însanê, welînakêrîl îmeene

Lîxarıbîl Ğabete neqûlû lee

Licaêl qûwe merkezûhû, le yûîre şabeh qîme

Lîmen yera mer'a ebîde neqûlû lee





Lîmustefêd mînêl mewte, lîzaxî şebîhî risasê

Lîbaê beledîl cenne neqûlû lee

Liqatıl hetıf seleme, welîbekî umehetê

Lîmusırrîy fîherbe neqûlû lee





Kulu şeyî wahîd ya mêlîkul ar

Dustûrûkê ferdî we mutleq

Kulu şeyî bede wahîd we berraq

Le dêmuqratıye, we fıkır memnû




Lisûsıl nahîbîn şûrakaûhû

Lî eclîl êdale neqûlû lee

Kutab we resamûn mermû fî sıcûn

Lîeclîl hurîye neqûlû lee

Lîeclîl musteqbel neqûlû lee


HAYIR

Hayır diyoruz. Hayır diyoruz
Tek adam yönetimine Hayır diyoruz.
Ömrü tükenmiş düzene Hayır diyoruz

Insan emeğinin çalınan inançları yok sayana
Ormanlara kiyanlara Hayır diyoruz.
Gücü merkeze alana, ,haklari hiçe sayana
Kadını köle görene Hayır diyoruz.

Olumlerden rank yapana kendi halkına sıkana,
Cennet ülkemi satana Hayır diyoruz.
Barış diyeni vurana, anaları ağlatanlara,
Savasta ısrar kilana Hayır diyoruz.
Herşey ortada bak kral çıplak
anayasa tekci ve mutlak herşey ortada açık
Ve berak demokrasi yok düşünmek yasak

Çalıp cirpanlar onunla ortak adalet için Hayır diyoruz
Yazıp çizenler zindanda tutsak özgürlük için Hayır diyoruz.
Yarınlar için Hayır diyoruz.
Hayır Diyoruz.
Diktatörlüğe Hayır diyoruz
Hayır diyoruz.
Tekçi darbeci düzene
Hayır diyoruz.
Hayır, Hayır, Hayır, Hayır
Hayır, Hayır, Hayır diyoruz.