Serokê Komîsyona Karên Derve yê PE'yê: Guhertin dê Tirkiyeyê ji Ewropayê dur bixe

NAVENDA NÛÇEYAN- Serokê Komîsyona Karên Derve yê PE'yê Elmar Brok diyar kir ku guhertina Qanûna Bingehîn dê Tirkiyeyê ji Ewropayê dur bixe.

Serokê Komîsyona Karên Derve yê Parlamnteyoa Ewropayê (PE) û Parlamenterê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a (CDU) Almanyayê Elmar Brok têkildarî bikaranîna dengan a li seferatxaneyên Tirkiyeyê yên li Amlanyayê daxuyanî da. Brok ê ji rojnameya Neue Osnabrücker Zeitungê re axivî diyar kir ku guhertin dê Tirkiyeyê ji Ewropayê dur bixe.

Brok ê bi gotina "Gelê Tirkiyeyê dê nebe aligirê sîstema serokdewletiyê ya hundirê demokrasî û dewleta hiqûqê vala dike" hêviyên xwe anî ziman diyar kir ku îktidara rêbertiya Serokomar Tayyîp Erdogan dixwaze rayeyên parlamentoyê rake û serbixwebûna darazê ji holê rake.

'NIKARE BIBE ENDAMÊ YEKÎTIYA EWROPAYÊ'

Brok destnîşan kir ku qebûlkirina sîstema hikûmeta serokdewletiyê dê Tirkiyeyê ji Ewropayê dur bixe û wiha berdewam bike: "Tirkiye bi guhertina qanûna bingehîn ve dê bibe dijberê pîvanên Ewropayê û nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê."