43 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan

ÎZMÎR - Li Îzmîrê 43 kesên di 13’yê Sibatê de hatin binçavkirin bi “şertê kontrola edlî” hatin berdan.

Li navçeyên Menemen, Menderes, Urla, Bayindir û Torbali yên Îzmîrê di 13’yê Sibatê de polîsan dijî 50 navnîşanên partiyên, Partiya Ji Nû ve Rizgarbûna Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyonên hemwext li darxistin û 35 kes hatibûn binçavkirin, piştre jî 8 kesên din jî hatibûn binçavkirin û derxistin dadgehê.

43 kesên derxistin dozgeriyê piştî lêpirsîna li dozgeriyê bi dawaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara berdana 43 kesan da.