Tercûmanê Sefaretxaneya DYA yê Edeneyê hat binçavkirin

EDENE - Tercûmanê Sefaretxaneya DYA yê Edeneyê Hamza Uluçay bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin.

Tercûmanê Sefaretxaneya DYA yê Edeneyê Hamza Uluçay li Edeneyê hat binçavkirin. Uluçay ji aliyê yekîneyên polîsan ê TEM'ê ya Midûriyeta Pol^sian a Edeneyê ve hat binçavkirin. Uluçay, piştî di kontrola tenduristiyê re derbas kirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Hat zanîn ku Uluçay bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" binçavkirine.