MÊRDÎN- Ji gundê Xerabê Bava 2 kes bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin.
Li gundê Xerabê Bava ya Nisêbîna Mêrdînê di dorpêça ku 11'ê Sibatê dest pê kir de kesên hatibûn binçavkirin 3 kes duh êvarê sewqî Edliyeya Nisêbînê hatin kirin. Behçet Koçhan, Şukru Gurgun, Hatîp Tunç îfade dan dozgeriyê. Piştî ku îfade hatin girtin Gurgun hat berdan, Behçet Koçhan û Hatîp Tunç ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin.
Ji gundê Cinata Huso Ekrem Altugrul ê ku hatibû binçavkirin jî piştî li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin hate berdan.