MÊRDÎN - Abdî Aykut ê ku ji gundê Xerabê Bava bi îşkenceya ku dît ve hate rojeva raya giştî, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê birin qereqolê.
Welatiyê bi navê Abdî Aykut ê ji gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê rastî îşkenceya leşkeran hat û bi şev bi awayekî tazî li hewşa mala xwe hate hiştin ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê birin Fermandariya Cendirmeyan a Nisêbînê.
Şehrîban Aykut îna borî bi destura dozgeriyê bavê xwe dîtinê diyar kiribû ku bavê wê ji ber îşkenceya ku dîtiye bi zorê dikare biaxive.
Aykut ji Fermandariya Cendirmeyan a Nisêbînê di encama ehwldana parêzeran de rakiribûn nexweşxaneyê.