10 caneze anîn Wanê

WAN - Cenazeyên 10 HPG'iyên ku hat îdiakirin li geliyê Şêx Cuman a Bedlîsê jiyana xwe ji dest dane anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê.

Cenazeyên 10 HPG'iyên ku hat îdiakirin li geliyê Şêx Cuman a Bedlîsê di operasyona 22'yê sibatê de jiyana xwe ji dest dane anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê. Hate hinbûn ku ji 6 cenaze jin in, hê nasname nehatin tespîtkirin, ji aliyê malbatan ve jî hê serlêdanek nehatiye kirin.

Di heman operasyonê de li gundê Olekê kevirên "Şehîdgeha Xerzanê" û mizgefta li wir jî ji aliyê leşkeran ve hatibûn xirakirin.