Va ye muzîka HDP'ê ya referandumê

NAVENDA NÛÇEYAN - HDP a ku li Amed, Stenbol û Îzmîrê starta kampanyaya "Na" da danasîna stranên referandûmê ya kurdî û tirkî ya "Na" jî kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amed, Stenbol û Îzmîrê starta kampanyaya referandumê da. Di starta kampanyayê de HDP'ê muzîkên referandûmê jî da naskirin.

Muzîka ku Seyda Perînçek çêkiriye wiha ye:

‘NA’

Ji bo hêviyê zarokan, bêjin na
Li dijî perçebunê, bêjin na
Ji bo netewek demokratîk,bêjin na
Jin û xort û kal û pîr tev bêjin na

Na na na na na na ji yek alê re
Na na na na na na ji yek netewê re
Na na na na na na ji yek zimanî re na na

Ji bo tolhildana jinê, bêjin na
Ji bo ronahiya rojê, bêjin na
Ji bo soza ku meda dozê bêjin na
Tenê nabe bi yek dengî bejin na


Na na na na na na ji yek alê re
Na na na na na na ji yek netewê re
Na na na na na na ji yek zimanî re na na

Ji bo xeyalên hezar salan bêjin na
Ji bo aşîtya hemû gelan bêjin na
Ji serdest û zordaran re bêjin na
Deng bidin hev tev bi hev re bêjin na

Na na na na na na ji yek alê re
Na na na na na na ji yek netewê re
Na na na na na na ji yek zimanî re na na