Ji hunermendên NÇM'ê strana referandumê: Na na

AMED - Hunermendên NÇM'ê ya hatiye girtin hatin cem hev strana HDP’ê ya ji bo kampanyaya “Na” vegotin.

Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya bi KHK’ê hat girtin hatin cem hev, ji bo piştgiriyê bidin kampanyaya HDP’ê ya “Na” strana “Na Na” vegotin. Muzîka strana kurdî ji muzîka hunermendê Îranê Îbrahîm Keyvo hat amadekirin.

Ji muzîka ku dê di referandumê de bê bikaranîn re Navenda Giştî ya HDP’ê klîb amade kir. Di klîba hatiye amadekirin de rengê jinan û temaya jinan hat bikaranîn. Di klîbê de wêneyê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Sehattîn Demîrtaş, Hevseroka DBP’ê ya Giştî Sebahat Tuncel, parlamenter û hevşaredarê girtîne hatin bikaranîn.

Klîb li ser navnîşana HDP’ê ya fermî hat weşandin.

Gotinên strana hatiya amadekirin wihane:

“Na na
Bi hevre em biqîrin na na
Bi hevre em bang dikin na na
Ji bo azadiya we ye na na
Tenê na be bi hevre

Tenê nabe tenê nabe tenê nabe
De rabe tenê nabe tenê nabe tenê nabe

Na na
Li dijî zordariyê na na
Tenê nabe bi hevre na na
Wê pergalek jin nî ne na na
Jin jiyan azadiye

De rabe tenê nabe tenê nabe tenê nabe
De rabe tenê nabe tenê nabe tenê nabe

Ji bo azadiya we ye
Bi hevre em bang dikin.”