Helbestvan Mehmet Akdogan hat binçavkirin

AMED - Helbestvan Mehmet Akdogan di serdegirtina mala xwe ya li Amedê de hat binçavkirin.

Polîsan di saetên sibê de bi ser mala Helbestvan Mehmet Akdogan a li taxa Bagcilara Amedê ye de girtin. Akdogan ê ku derbarê wî de biryara binçavkirinê heye piştî lêgerîna li malê hat binçavkirin.

Akdogan ê ku hinceta binçavkirina wî ne hat zanîn birin Midûryeta Polîsan a TEM’ê.