MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê, di malpera înterneta xwe ya fermî de ji beşa "Parlementerên me" navê Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a girtî derxist.
Walîtiya Mêrdînê, di malpera înterneta xwe ya fermî de ji beşa "Parlementerên me" navê Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a girtî derxist.
Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan, li Meclîsê da bibersivîne pêşniyaznameyek berpêşî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu kir. Di pêşniyaznameyê de ev pirs cih girtin:
“*Hayê we ji van binpêkirinên mafan ên li Parlementera Mêrdînê Birêz Yildirimê tên kirin hene?
*Ev be cudabûne?
* Birêz Yildirim di serdemên 24, 25 û 26'emîn de bi dengên gel hatiye hilbijartin. Gelo ji bo çi navê wê di malpera înternetê ya fermî ya Walîtiya Mêrdînê de cih nagire?
*Gelo hûn difikirin ku der barê van kesan de lêpirsînê bidin destpêkirin?
*Navên di rûpela înternetê Walîtiya Mêrdînê û rêzkirina wan li gor kîjan krîteran tên diyarkirin?
*Gelo bi ya we ji aliyên kesên tayînkirî nehsibandina kesên hilbijartî û di rûpelên fermî yên dewletê de cihnegirtina navê parlementerên gel ew hilbijartine rast e yan na?