Ji NÇM'ê strana 'Raperîn e Newroz'

AMED - Hunermendên NÇM'ê yên ku ji bo strana referandûmê ya "Na Na" hatin cem hev vê carê jî strana "Raperîn e Newroz" amade kirin.

Hunermendên navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ya bi KHK'ê ve hate girtin ji bo Newroza 2017'an stranet amade kirin. Hunermendan klîba ji bo strana "Raperîn e Newroz" amade kirin weşandin.

Di klîbê de ji Kawayê Hesinkar, heta Mazlum Dogan, ji Zekiye Alkan heta Rahşan Demîrel a ku Kadîfekaleya Îzmîrê agir berda bedena xwe cih digirin.

Dîmenên Newroza Amedê ya bi heybet û Newrozên din, wêneyên kesên ku dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dan jî cih digire.

Strana "Raperîn e Newroz" wiha ye:

Hesin dihele bi agirê dilê Kawa
Keleh sitûxwar dibin li ber bejna Zekiye û Rahşan
Teslimiyet pûç dibe li ber berxwedana Mazlûm an
Dîrok ji xwe şerm dike li ber sekna Çiyager an

Tîrêja ji tariyê em sarin
Sirra bayê sibê em zelal in
Ji dûr û mêj ve em hatin
Çiraya şeva ker û lal in

Rabin! Xwe bixemlînin
Koletî wa dimire
Roj li Kurdistanê
Her û her bilind dibe

Agir û tîna Newrozê
Canfîdayê ronahiyê
Derweş in em dil soz in
Bi vê eşqê em disoj in

Raperîn e Newroz
Li warê Medya û Aryan
Li keviyên Zagros
Jiyan ava dibe