ENQERE - Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş di peyama ku ji bo Newrozê şandi ne wiha gotin: "Em ê li dijî zilmê serê xwe netiwînin, çog daneynin. Em ê li her derê rûmeta gelê xwe biparêzin û teqez bi ser kevin."
Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji bo Newrozê peyam weşandin. Peyama ku Demîrtaş û Yuksekdag şandin wiha ye:
"Xwebirayên me yên bi rûmet,
dayikên hêja,
hevalên me yên ciwan
hevrêyên jin,
Em bi milyonan kesên ji 7 salî heta 70 salî qadên Newrozê tijî kirine bi germahiya agirê Newrozê pîroz dikin. Em Newroza ku dixwazin bibin wesîleya çareserî, demokrasî û aştiyê pîroz dikin.
Agirê Newrozê ya ku tarîtiyên herî giran ronî dike îsal jî bi coş tê pêxistin.
Bi banga Birêz Ocalan Newroza 2013'an vegeriya şolenê û lê ji wê demê heta niha siyasetê nekarî aştiyê diyarî gel bike. Sedema vê yekê israra siyaseta serdest a di şer de be jî em xwe li hemberî gelê xwe deyndar hîs dikin.
Emi li ser navê bi hezaran HDP'iyên ku li girtîgehan in careke di dibêjin ku em ê tu caran ji lêgerîna azadiyê bernedin, têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînin.
"Em ê li dijî zilmê serê xwe netiwînin, çog daneynin. Em ê li her derê rûmeta gelê xwe biparêzin û teqez bi ser kevin.
Em bi vî munasebetê Cejna Newrozê pîroz dikin, li hemberî şehîdên Newrozê bejna xwe ditewînin, we hemûyan yek bi yek silav dikin.
Newroz pîroz be."