Li Şemrexê qedexeya kolanan hat îlankirin

MÊRDÎN - Li 4 taxên navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Li gundên Golikê, Şebê Armagan û Yevrî û mezraya Melebiyê yên Navçeya Şemrexa Mêrdînê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta fermanek duyemîn dê xedexe li gundan bidome.