ŞIRNEX -Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, darên ku li herêma Besta ya Şirnexê hatin birîn anî rojeva meclîsê û ji Wezîrê Karên Av û Daristanê Veysel Eroglu pirsî.
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, darên ku di navbera herêma Gundikê Melê, Qileban û Sêgirkê yên li qada Besta ji aliyê cerdevanan ve hatin birîn anî rojeva meclîsê.
Leyla Birlik, têkildarî mijarê pirsname da Wezîrê Karên Av û Daristanê Veysel Eroglu û xwest bi bersivîne.
Bîrlîk ev pirs ji Eroglu pirsîn:
"* Sedema birîna darên li herêma Besta ya Şirnexê çiye?
* Kê fermana birîna darên li herêma Besta ya Şirnexê daye? Ger ku biryar hebe ev biryar agahiya we jê heye?
* Li herêma Besta ya Şirnewxê birina daran hêj didomin. Ji bo birîna daran bi dawî bibe tu hewldanên we hene ya na?
* Hem li Cîhanê û hem jî li Tirkiye qadên bi dar û ber her ku diçe kêm dibin. Zuhayî û hişkesalî zêde dibe. Hûn birîna darên li herêma Besta ya Şirnewê çawa îzah dikin?
* Şaredariya Gundikê Melê Qiliban û Sêgirkê serî li Qereqola Cendirmeyan a Millî da û îtîraz kirin. Li gel hemû îtîrazan birîn û jêkirina daran didome. Heta niha têkildarî vê mijarê tu lêpirsîn hatiye kirin?
* Li herêma Şirnexê biryara birîna daran hêj li çend herêmên din hatiye dayîn?"